Asayîşa Silêmanî jinên destgîrkiribûn berdan

Asayîşa Silêmanî îro mudaxeleyî çalakiya Qetlîama Parîsê kiribû û 52 kesên ku di nav de jin û nûnerên partî û rêxistinên siyasî jî hebûn destgîrkiribûn. Asayîşa Silêmanî jinên ku destgîrkiribûn di saetên şevê de berdan.

Ji bo protestokirina Qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an ku yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera HDP’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Parka Azadî girseyek gel û nûnerên partî û rêxistinên siyasî kom bûn.

Asayîşa Silêmanî mûdaxeleyî çalakiyê kirbû û 52 kesên ku di nav de jin û nûnerên partiyan jî hebûn destgîrkirin.

Di saetên şevê de asayîşê jinên ku destgîrkiribûn berdan, lê kesên din hê girtîne.