Asayîşa Qeledizê bîranîna şehîdên Parîsê asteng kir

Hêzên Asayîşa bajaroka Qeladiz ya ser bi îdareya Raperîn a girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistan mûdexeleya bîranîna ji bo şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne, Rojbîn û Ronahî kirin.

Li bajaroka Qeladizê ya ser bi rêveberiya Raperîn a Başûrê Kurdistan di saet 14.00'an de merasîma ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatîn qetilkirin destpê kir, lê hêzên asayîşa Qeladizê mûdexeleya bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê ya 3 jinên şoreşger yên Kurd Sakîne Cansiz, Rojbîn û Ronahî kirin.

Hêzên asayîşê êrîşî welatiyan kir, 2 kes hatin destgîrkirin. Her wiha wêneyên şehîdan qetandin.

Nûçegihanên Rojnewsê Mihemed Hesen jî ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin û piştî wêne û dîmenên merasîmê jêbirin û bi şûnde berdan.