Asayîşa PDK'ê avêt ser avahiya partiya Nifşê Nû

Asayîşa PDK'ê avêt ser avahiya partiya Nifşê Nû ya li Diyanayê, mohr li derî xist û dest danî ser malzemeyên li hundir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Asayîşa PDK'ê bi îdîaya ku ne qanûnî ye, duh bi şev avêt ser avahiya partiya Nifşê Nû ya li navçeya Diyanayê ya Hewlêrê.

Endamê Encûmena Nifşê Nû Xalis Fikrî li ser mijarê agahî da û got, "Asayîşa PDK'ê got, eger em avahiyê bi lez û bez negirin wê hemû malzemeyên di buroyê de bişewitîne."

Xalis Fikrî diyar kir, kes wê nikaribe li ber wan bibe asteng ku propaganda bikin û êrîş wê nikaribin bi wan.

Ji bo hilbijartinên giştî yên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku wê 12'ê Gulanê werin kirin, partiyên siyasî ji duh ve dest bi propagandayê kirine.