Asayîşa Kelarê du roj dem da navenda çanda Nîwegerê
Hêzên Asayîşa Kelarê ku dixwazin Navenda Çand û Hunerê ya Nîwegerê bigirin ji ber nerazîbûnên gel ji saziyê veqetiyan û 2 roj dem da saziyê.
Hêzên Asayîşa Kelarê ku dixwazin Navenda Çand û Hunerê ya Nîwegerê bigirin ji ber nerazîbûnên gel ji saziyê veqetiyan û 2 roj dem da saziyê.
Hêzên Asayîşa Kelarê îro ketin nava avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Nîwegerê û xwestin saziyê bigirin û tabelaya wê daxînin. Tevî ku xebatkarên saziyên gotin ku belgeyên wan ên fermî temam in, hêzên asayîşê gotin, "Rast e belgeyên we hene, lê biryar hatiye dayin ku divê ev sazî were girtin."
RÊVEBERAN DESTÛR NEDAN
Xebatkar û rêveberiya saziyê nerazîbûn nîşanî hêzên asayîşê dan û diyar kirin ku wê dernekevin derve.
Li ser vê hêzên asayîşê navenda çandê dorpêç kirin û alozî derket.
Hate ragihandin ku hêzên asayîşa navçeya Kelarê ji bo daxistina tabela û girtina saziyê 2 roj dem daye xebatkarên navenda çandê.
Xebatkar û rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Nîwegerê peyam dan ku ew ê ji saziya xwe dernekevin.