Asayîşa Êzidxanê: Çi dibe bila bibe em ê civaka xwe biparêzin

Berpirsyarê Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo got: "Em ê heta dawiyê parastina civaka xwe bikin. Çi dibe bila bibe em ê xaka xwe û gelê xwe biparêzin. Em ê kar û hêza xwe mezintir bikin."

Berpirsyarê Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo bû mêvanê radyoya Dengê Çira Şengalê û sala 2019'an ji bo Şengalê nirxand.

Şemo anî ziman ku di nava sala 2019'an de tişta ku wan herî zêde xwestin bikin û li ser sekinîn, perwerde û xurtkirina ji aliyê fikrî bû.

Şêrzad Şemo destnîşan kir ku Şengal di sala 2019'an de ji aliyê ewlehiyê ve herêma herî ewle ya Iraqê bû.

Şemo got, "Ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Gelê me jî bi me re gelekî bû alîkar. Bi vê hêz û alîkariya gelê xwe em ê hîn bêhtir xizmetê bikin. Gel dizane ku Asayîş ji zarokên vî gelî pêk tê û zarokên wan wê xaka xwe ti carî bi destê dijmin ve bernede."

Berpirsyarê Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo bal kişand ser operasyonên hevpar ên di nava salê de bi artêşa Iraqê re li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê hatin kirin û got, "Em bi rengekî çalak tevlî gelek operasyonan bûn û me erka xwe pêk anîn."

Şemo anî ziman ku ji bo wan a esasî gelê wan e, ew jî karê xwe ji bo misogerkirina jiyaneke azad a gel li ser xaka xwe dikin.

Ji bo sala 2020'î jî Şemo got, "Em ê heta dawiyê parastina civaka xwe bikin. Çi dibe bila bibe em ê xaka xwe û gelê xwe biparêzin. Em ê kar û hêza xwe mezintir bikin."

Şemo destnîşan kir ku ew bi hêvî ne sala 2020'î bibe sala misogeriya yekîtiya gel û pêkhatina Şengal a xweser.