Aryen: Çanda kapîtalîst dixwaze Rojhilata Navîn teslîm bigire

Aryen: Bi taybetî armanca şerê li Rojhilata Navîn tê kirin, teslîmgirtina paşeroja çandî, civakî û dîrokî, bi giştî teslîmgirtina Rojhilata Navîn ji aliyê çanda kapîtalîst e.

Endama Koordînasyona KJK'ê Şafak Aryen sala 2017'an ji ANF'ê re nirxand. Aryen got, "Dema ku bûyerên siyasî, leşkerî, aborî û civakî diqewimin bên nirxandin, wê were dîtin ku hêzên hegemonîk ên li cîhanê hewl didin li dijî têkoşînên azadiyê yên jin û gelan serdestiya xwe bidomînin û encamên krîzên heyî bikin malê hêzên civakî. Hêzên modernîteya kapîtalîst, li dijî azadiya jinan û asta bandora vê ya li civakan dest bi şerekî mezin kirine."

Şafak Aryen destnîşan kir ku armanca şerê li Rojhilata Navîn tê kirin, teslîmgirtina paşeroja çandî, civakî û dîrokî, bi giştî teslîmgirtina Rojhilata Navîn ji aliyê çanda kapîtalîst e û wiha dewam kir: "Rojhilata Navîn her tim ji ber erdnîgarî û çanda dîrokî bi roleke stratejîk rabûye. Bûyerên siyasî û leşkerî yên îro li Kurdistan, Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê diqewimin bi vê ve girêdayî ne. Hêzên hegemonîk, li erdnîgariya Rojhilata Navîn a stratejîk hegemonya xwe xurt dikin û bi vî rengî şerê serdestiya li ser cîhanê dimeşînin. Li pêşberî vê yekê, netewe dewletên li herêmê, ji bo parastina hebûna xwe li şûna ku xwe bispêrin dînamîkên navxweyî û demokratîk bibin, polîtîkayên ku pirsgirêkên herêmî kûrtir dikin dimeşînin, di serî de azadiya jin û ciwanan hemû qadên azadiyê tengav dikin, ditepisînin û rêxistinbûnên neteweperest digihînin asta faşîzmê. Ji ber vê yekê, hem hêzên hegemonîk ên navneteweyî, hem jî netewe dewletên statukoparêz-faşîst ên herêmê, sedem û aliyê rastî yê kûrbûna neçareserî û hilweşandina heyî ye. Têkoşîn û tevgera azadiyê ya xwe dispêre paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a bi pêşengiya Rêber Apo, ku sîsteme azadiyê bi navê jin û ciwanan daniye pêşiya xwe, di şerê sêyemîn ê cîhanê de bûye aliyê herî girîng û xwedî karaktera li çareseriya sedsala 21'ê vekirî ye."

Di dewama axaftina xwe de Aryen bal kişand ser şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û anî ziman, di vî şerî de herî zêde jin hedef in. Şafak Aryen anî ziman ku jinên neçar hatin hiştin ji welatên xwe koç ber bibin bi giştî li cîhanê bi taybetî jî li Tirkiyeyê dibin hedefa her şêwe êrîşan, destdirêjî, destavêtin li wan tê kirin û got, "Ji ber vê yekê di navenda sektora hêza erzan a kar û fûhûşê de jinên ji ber şer koçber bûne hatine bicihkirin. DAÎŞ rastiya herî şênber a sîstema faşîst-mêr e ku di asta herî bilin de jinê qir dike. Îran bi modela Şîa-Îslamê zext û zordariyê li jinan dike, bi polîtîkaya şerê mezhebî ya li herêmê herî zêde êrîşî jinan dike. Herî dawî li Başûrê Kurdistanê di dagirkeriya Heşdî Şabî de jin bûn hedef, li Dûzxurmatoyê destavêtin li jinan hate kirin û bi hezaran jin ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Di asta sereke de berpiryarê vê yekê Îran e."

Şafak Aryen da xuyakirin ku rêxistinbûna neteweya demokratîk a gelan û xeta azadîparêziya jinê û gelan a rêxistinbûna konfederal ku xwe dispêrin paradîgmaya azadîparêziya jinê ya demokratîk-ekolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weke xeta azadiyê mohra xwe li binê sala 2017'an xist.

Aryen diyar kir ku têkoşîna li navenda Kurdistanê tê meşandin û li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bûye, bûye xwedî toreke rêxistinbûnê ya ku paşeroja azad a jinan û gelan biafirîne û got, "Yanî, têkoşîna li dijî hêzên hegemonîk ên bi karaktera mêr tê meşandin, bi perspektîfa ku xwe dispêre parastina hebûna xwe û azadiya xwe, derfetên cidî afirandiye. Hêzên azadiyê yên ku gel û jinên Rojhilata Navîn li dijî wehşeta DAÎŞ'ê parastin, ev rêxistinbûna çete di asteke bilind de têk bir û hêzên jinan ên pêşengî ji vê têkoşînê re kirin, bersiv dan komkujiya jinan a bi destê DAÎŞ'ê hate kirin.

Lewma, herî dawî rizgarkirina Reqayê û tevî hêzên YPJ'ê tevlîbûna hêzên parastina jinê yên Şengalê li vê pêngavê, pêşengiya wan a ji vê serketinê re, bû mînaka herî xurt a pêkanÎna azadiyê û parastina hebûna jinê ya li dijî her şêwe êrîşan."

Endama Koordînasyona KJK'ê Şafak Aryen anî ziman ku karê di nava salê de hatin kirin û biryardariya di vî karî de, ji bo hemû jinan di asteke dîrokî de ne û wiha dewam kir: "Civata Giştî ya KJK'ê ku di nava salê de hate kirin, asta nîqaşê û biryarên lê hatin girtin, ji bo sedsala 21'ê bikin sedsala jinê rê û rêbazên pêwîst û perspektîfa têkoşînê diyar kiriye. Bêguman hem ji bo jinên Kurd, hem jîj i bo jinên herêmê vê civata giştî biryarên girîng stand. Yek ji van biryarên girîng azadiya Rêber Apo ye."

Aryen got, "Ji bo em hebûna xwe li ser bingeha nasnameya xwe pênase bikin û biparêzin, azadiya xwe pêk bînin û biparêzin, beriya her tiştî divê ji aliyê fîzîkî ve Rêber Apo azad bibe. Ji ber vê yekê, di çarçoveya civata giştî de pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têkbirina faşîzmê, ne tenê wezîfeya jinên Kurd e, lê wezîfeya bingehîn a hemû jinên herêmê ye."