Artêşa Tirk li Omeryanê operasyonek da destpêkirin

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Omeriyan a di navbera Mahsertê, Nisêbîn û Artûklûya Mêrdînê operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Li herêmê qedexeya derketina derve jî hate ragihandin.

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Omeriyan a di navbera Mahsertê, Nisêbîn û Artûklûya Mêrdînê operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

Walîtiya Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Li taxa Kurika Çeto, Qurdîsê, Darê û Qesra Ehmed a Artûklûyê, li Xerabêbaba, Cinata Muho, Cinata Hiso, Qûzoya Nisêbînê û li Haciyaya Omeriyan wê operasyona leşkerî were kirin û wê derketina derve qedexe be.”