Artêşa Tirk li Licê operasyon da destpêkirin
Artêşa Tirk li bejahiya Licê bi alîkariya helîkopter û balefirên şer, operasyoneke leşkerî da destpêkirin.
Artêşa Tirk li bejahiya Licê bi alîkariya helîkopter û balefirên şer, operasyoneke leşkerî da destpêkirin.
Hat hînbûn ku li herêma di navbera gundên Dêrxust, Sîsê, Cenezûr û Kerwasê ya Licê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Ji bo operasyona ku di 02.00’ê şevê de hat destpêkirin, helîkopter, wesayîtên zirx û gelek leşker hatin sewq kirin.
Di nava rojê de li herêma operasyonê dengên bi şid ên teqînê hatin bihîstin û balefirên şer bênavber li ser herêmê geriyan. Di heman demê de li ser rêyên ku diçin qada operasyonê nuqteyên kontrolê hatine danîn û di ketin û têketinan de jî nasname tên kontrol kirin.
Operasyona li herêmê didome.