Artêşa Tirk li Licê daristan şewitand
Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Licê ya Amedê di bin navê operasyonê da qada daristanî da ber agir.
Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Licê ya Amedê di bin navê operasyonê da qada daristanî da ber agir.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, qada daristanî ya gundikê Horselê û derdora wê yên ser bi taxa Xosorê ya navçeya Licê ji aliyê artêşa Tirk ve êvara Yekşemê hate şewitandin.
Şewata li daristanê bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) û helîkopteran di dema operasyonê de hate derxistin.
Şewata li daristanê roja Duşemê jî dewam dike û nayê vemirandin