Artêşa Tirk li Feraşîn, Kato Jîrka û Marînosê operasyon da destpêkirin

Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Feraşîn, Kato Jîrka û Marînosê bi desteka hewayî operasyona leşkerî da destpê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Feraşîn a sêgoşeya Colemêrg, Wan û Şirnexê û li herêma Kato Marînos û Kato Jîrka yên Şirnexê serê sibê bi desteka hewayî operasyon da destpêkirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatine bidestxistin; gelek cerdevan û leşker bi çekên giran sewqî herêmê hatine kirin. Li herêmê dem dem bomberaban balafiran heye, çavkaniyan ragihand ku operason li Kato Marînos û Kato jîrka yên li herêma bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê û navçeya Êlkê ya Şirnexê zêde bû.