Artêşa Tirk hêzên xwe li ser sînorê Efrînê zêde dike

Artêşa Tirk a dagirker piştî êrîşî Çiyayê Qereçol û gundên girêdayî Dêrik û Şengalê kirin û şûnde, hêzên xwe yên li ser sînorê Efrînê zêde dike.

Artêşa Tirk a dagirker ji beriya demkê ve hêza xwe ya leşkerî li dirêjahiya sînorê navçeya Bilibilê, navçeya Şiyê û navçeya Cindirêsê zêde dike. Her wiha ji bo bi hêsanî herêmê dargir bike rêyên veşartî û pir dane avakirin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî êrîşî Çiyayê Qereçol û gundên girêdayî Dêrik û Şengalê kirin û şûnde, hêzên xwe yên li ser navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê zêde dike. Li vê herêmê tevgera leşkerên Tirk zêde bûye, di heman demê de jî avahiyên leşkerî yên nû ava dikin.

Di heman demê de arêtşa Tirk ji nuqteyên xwe yên sînor guleyan li ser gundên Efrînê dibarînin.

Artêşa Tirk a dagirker duh 50 mitreyan derbasî xaka gundê Ezrê ya navçeya Bilibil bibûn, dar hilkirin û dest bi avakirina dîwarê şermê kiribûn. Heman demê di navbera gundê Merwaniyê û navçeya Şiyê deriyekî nihênî (sirî) çêkiriye da ku bi hêsanî alavên leşkerî ji çeteyên xwe re derbas bike.