Artêşa Tirk herêma Amêdiyê bomberdûman kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Avaşîn a herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir.

Li gorî Rojnewsê, balafirên şer ên Tirk li Çemgîn a herêma Avaşîn a girêdayî bajarokê Amêdiyê ya Dihokê da. Bomberdûman di saetên şevê de pêk hatiye.

Artêşa Tirk hema bêje her roj deverên di bin kontrola gerîla û gundên welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê bombe dike. Tirkiye ya ku li herêmê gelek cih dagir kiriye, di êrîşên wê de herî zêde sivîl dibin qûrbanî.

Di bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a 13’ê Mijdarê ya li gundê Eredina ya girêdayî Qediş a Amêdiyê de 3 sivîl bibûn qûrbanî.