Artêşa Tirk gundên Bradostê topbaran kir

Şevê din artêşa Tirk a dagirker gundên herêma Bradostê topbaran kir.

Şevê din artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û topxaneyên li herêmê gundên herêma Bradost topbaran kir. Di topbaranê de jîngehên sivîlan zirar dît û topek li nêzî gund ket.

Di topbaranê de devera Bêsnok, derdora gundê Lêlikan, gundê Sêgirkan û Gureşanî bûn hedef. Ji ber topbaranê tirs ketiye nava welatiyên herêma Bradostê.

Li gorî agahiyan topek li nav gundê Gureşan ket û di encamê de ziarekî madî çêbû.