Artêşa Tirk gelek leşker û maşînên zirxî derbasî nava Başûrê Kurdistanê kir
Artêşa Tirk, danê vê sibehê gelek leşkerên xwe tevî maşînên zirxî derbasî nava herêma Sideqa ya Başûrê Kurdistanê kir.
Artêşa Tirk, danê vê sibehê gelek leşkerên xwe tevî maşînên zirxî derbasî nava herêma Sideqa ya Başûrê Kurdistanê kir.
Çavkaniyên herêmî agahî dan ANF'ê û ragihandin, artêşa Tirk danê vê sibehê gelek leşkerên xwe tevî 8 tankan derbasî herêma Sideqa ya Hewlêrê kir. Ev herêma navborî li ser sînorê Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.
Heman çavkanî diyar kir, dikandarekî xwestiye wêne û dîmenê vê sewqiyatê bikişîne, lê hêzên PDK'ê bi lêdanê ew girtine binê çavan.
Dewleta Tirk ev demeke bi heman rengî hêzên xwe yên leşkerî derbasî Diyana dike. PDK'ê jî berî niha bi çend rojan hêzên xwe li herêmên Qesrê û Balayan ên li herêma Qendîlê bi cih kiribû.