Artêşa Tirk bombeyan li bejahiya gundên Bedlîsê dibarîne

Li 10 gund û gundikên navçeya Xîzanê 'qedexe' dewam dike. Bejahiya gundan doh bi şev ji aliyê artêşa Tirk ve hate bombekirin.

Li navçeya Xîzan a Bedlîsê, 'qedexeya derketina derve' ya li gund û gundikên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyanê di roja duyemîn de ye. Piştî ku 'qedexe' pêr bi şev saet di 21:00 de hate ragihandin, li herêman êrîşên leşkerî destpê kirin û hîn jî dewam dikin.

Artêşa Tirk bi şev bombe li qadên bejahî yên gundan barand. Li hin deveran dengê çekan jî hate bihîstin. Bi serê sibehê re vê carê jî ji bejahî ve êrîşan dewam kirin.

KESÊN HATIN DESTGÎRKIRIN WÊ DERXÎNIN PÊŞBERÎ DOZGERIYÊ

Li gundên li gelek herêman destûr nayê dayin ku gundî ji malên xwe derkevin. Li gundê Xûlepûrê doh serê sibehê Sakîn, Mûzaffer û Bedrettîn Altin hatibûn destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin îro birin Bedlîsê û tê payin ku derxînin pêşberî dozgeriyê.