Artêşa Tirk a dagirker gundên li Heftanînê bomberdûman dike

Artêşa Tirk a dagirker derdora gundên Keşan, Orê û Kumrê yê Zaxoyên yên ku li herêma Heftanînê ne, bi hawan û obusan bombe dike.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê gundên Zaxoyê yên li herêma Heftanînên bomberdûman dike.

Gundên Keşan, Orê û Kumrê yên li herêma Heftanînê bi obus û hawanan hatin bomberdûman kirin û li agir bi daristanê ket.

Di heman demê de ji ber êrîşên ji qereqolên li ser sînor ên Çelêya Colemêrgê agir bi herêmê ketibû û şewat didome.