Artêşa Iraqê hewl da êrîşî ciwanên Mexmûrê bike

Serê sibehê artêşa Iraqê li cihên stratejîk ên derdora wargeha Mexmûrê kete nava hewldana û leşker bi cih kir. Şêniyên wargehê li ber vê yekê rabû û li ber xwe dide. Artêşa Iraqê li hinek cihî hewl da êrîşî ciwanan bike.

Artêşa Iraqê ji serê sibehê ve li nuqteyên stratejîk ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kete nava hewldanên nû yên dorpêçkirinê.

Li ser vê yekê xelkê Mexmûrê pêşiya wan girt û rê nade ku bicih bibin û dorê li wargehê bigirin.

Ji dîmenan jî tê fêhmkirin ku artêşa Iraqê hewl dide leşkerên xwe li cihên stratejîk ên wargehê bi cih bike.

Leşkerên Iraqî hewl da êrîşî ciwanên wargehê bike, ku pêşiya wan digire.