Aqûbeta Xelîl ê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hate girtin nayê zanîn

Ciwanê Kurd Eyup Xelîl ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevlî çalakiya mertalên zindî ya li herêma Bradostê bû 5 meh in ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatiye girtin û aqûbeta wî nayê zanîn. Malbata Xelîl ji rewşê bi fikar in.

Ciwanê ji Başûrê Kurdistanê Eyûb Xelîl ê li dijî dagirkeriya Tirk li Bradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bibû, dema xwestibû vegere mala xwe, 8’ê Tîrmehê li navçeya Sîdekan a Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin. Hate ragihandin ku asayîşê di 10'ê Tîrmehê de ew biriye Mesîfê û li gorî agahiyan êşkence lê kirine. Piştre jî ew derbasî asayîşa Hewlêrê kirin.

Malbata Xelîl ku der barê kurê xwe de agahiyan nikare werbigire, ji rewşê bi fikar e. Asayîşa PDK’ê nahêlê malbat biçe kurê xwe bibine. Hemû serlêdanên malbatê bê sedem tên redkirin. Malbat bi pirsa “Çima asayîşa PDK’ê nahêle em bi kurê xwe re hevditîn pêk bine?” nerazîbûna xwe anîn ser ziman û bang li rayedaran kir ku ji bo Eyûb Xelîl tekvin nava liv û tevgerê.

Der barê rewşa tendurîstî ya çalakvan Eyûb Xelîl tu agahî nehat bidest xistin.