Apê Mûsa hat bibîranîn

Nivîskar û rojnamegerê Kurd Mûsa Anter li ser gora xwe ya li Nisêbînê hate bibîranîn. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay di bibîranînê de axivî û got ku, “Generalên Apê Mûsa îro berxwedana li Îmraliyê dinivîsin.”

Xebatkarên çapemeniya azad, parlamenterên HDP'ê, endam û rêveberên HDP, DBP, KCD, Komeleya 78'an û rêxistinên demokratîk bi armanca Mûsa Anter ê di 20'ê Îlona 1992'an de li Seyrantepe ya Amedê hat qetilkirin bibîr bînin, hatin gundê Sitilîlê yê Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û gora Apê Musa ziyaret kirin. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) amade bûn. Komê li ser gorê dua xwendin û ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Ewil Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar diyar kir ku Musa Anter ji bo gelê kurd şexsek gelek girîng e û wiha got: "Ew çinara Kurdan bû." Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Engîn Turkek jî diyar kir ku Mûsa Anter ji bo gelê Kurd û Kurdistanê çinarek bû.

‘GENERALÊN APÊ MÛSA ÎRO BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ DINIVÎSIN’

Di bernameya bîranînê de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay jî diyar kir ku ew ê têkoşina geştir bikin û bêtir nêzî heqîqetê bibin û wiha got: "Têkoşîn û lêgerîna me ya heqîqetê ku di rêça wan de didome wê mezintir bibe. Têkoşîna Apê Mûsa û lêgerîna wî ya heqîqetê bû kevneşopiyek Li pey xwe şop hişt. Generalên Apê Mûsa îro berxwedana Îmraliyê dinivîsin. Têkoşîna Îbrahim Ayhan dinivîsin. Îro berxwedana Dersîm, Munzur, Sûr, Cizîr, û berxwedana Îmraliyê dinivîsin."

Berdevkê ÎRA Hakki Boltan jî diyar kir ku diyar kir ku ew ê şop û têkoşîna Apê Mûsa berdewam bikin û wiha got: "Îro şopandina di rêya Apê Mûsa dimeşin hê jî rastî zext û zordariyan tên. Îro hêj 175 rojnameger girtî ne. Ji ber ku rêça wî dişopînin tên girtin. Me xwest li Amedê bi bîr bînin, lê em rastî zextan hatin. Ew ji kevneşopiya Apê Mûsa ditirsin. Em ê kevneşopiya Apê Mûsa berdewam bikin.

Kurê Anter Anter jî diyar kir ku pir ji wan ditirsin û wiha got: "Min dît ku çiqas ji me ditirsin. Ji wêne û qurnefilan tirsiyan. Min carek din dît ku em pir bi hêz in.