Amûra asîmîlasyonê ‘YÎBO’

Gerîlayê HPG’ê Kurtay Egîd têkildarî dibistanên YÎBO yên dewleta Tirk axivî û got; “Dixwazin bi vê perwerdê ciwanên Kurd ji tevgera azadî û ji têkoşîna gelê Kurd dûr bixin.”

Gerîlayê HPG’ê Kurtay Egîd ê ku sala 2014’an tevlî nava refên PKK’ê bûyî têkildarî bandorên dibistanên YÎBO (Dibistanên Seretayî yên Herêmî yên Şevîn) li ser xaka Kurdistanê ji ANF’ê re axivî û got; “Dibistanên YÎBO amûra asîmîlasyona li Kurdistanê ye.”

‘DIBISTANÊN YÎBO CIWANAN JI MALBATÊ QUT DIKE’

Gerîla Kurtay Egîd diyar kir ku dibistanên YÎBO ciwanan ji malbatên wan qut dike û got; “Sala 2018’an tevlî nava refên PKK’ê bûm. Ji bo ciwanên Kurd ji malbatên wana qut bikin dibistanên YÎBO’yê li Kurdistanê pêş dixin. Min bi xwe jî du salan di van dibisatanan de xwend. Cihên ku dibistan lê ye nexasim nêzî nuqteyên polîsan bûn. Mamosteyên ku di wan dibistanan de perwerde didan jî pir nêzî wan polîsan bûn û nexasim jî piraniya xwe ji nijadperestên Tirk bûn. Mamosteyên ne ji rêzê li wan dibistanan perwerde didin. Ji bo ciwanan ji malbatên wan veqetînin van dibistanan di bajaran de saz dikin. Dibistanên bi wî awayî di bajaranda têne avakirin. Pergala perwerdeyê li van dibistanan ji yên dibistanên rêzê cudatir e. Dixwazin ciwanan bi şêweyê leşkerî perwerde bikin. Di bin navê alîkariya ji bo ciwan û malbatên bêderfet de, di dibistanên YÎBO’yê de asîmîlasyonê pêş dixin. Li kêleka pergala perwerdeyê ya bi şeklê leşkerî semîneran jî didin. Ev semîner jî bi gelemperî ji aliyên polîsên dewletê ve têne dayîn. Semînerên ku têne dayîn jî bi antîpropagandayên li dijî tevgera azadiyê tijî ne. Dixwazin bi vî awayî tevgera PKK’ê li ber çavên ciwanan reş bikin. Ev tiştên ku qala wê dikim dixwazin zêdetir li Kurdistanê pêş bêxin û pêş dixin.”

‘CIWANAN JI KOKA WAN VEDIQETÎNIN’

Egîd bi domdarî got, dixwazin bi vê perwerdeyê ciwanên Kurd ji tevgera azadî û têkoşîna gelê Kurd dur bixin û wiha domand; “Carnan polîsên dewleta dagirker li derdorên wan dibistanan digeriyan û pagirî diavêtin. Bi vî şeklê dixwazin ji xwendewanan re bibêjin ku; vaye em we diparêz in û dixwestin bi vî awayî xwendawana nêzî xwe bikin. Bi vî awayî şerê taybet pir xurt dimeşînin. Bi van rêkan jî dixwazin xwendewanên Kurd asîmîle bikin. Li Geverê jî dibistanên YÎBO’yê hebûn. Ew jî nêzî nuqteyên polîsan bûn. Dixwazin bi vê perwerdê ciwanên Kurd ji tevgera azadî û ji têkoşîna gelê Kurd dûr bixin, ji malbatê qut bikin, ji gundan dûr bikin. Dixwazin ciwanan li jiyana bajaran, li jiyana lûks û li jiyana burjuvayê bînin. Nexasim bi xwendewanên dibistana navîn re pir mijûl dibin. Ev mijûlahî jî li ser esasê asîmîlasyonê tê kirin. Li Geverê ev yek jî pêş xistin. Nexasim li gundên ku tê de cerdewan hene ciwan kom dikirin û li wan dibistanan de didan xwendin. Hefteyê carekê destûr didan ku malbata xwe bibînin. Carnan weliyên wan kom dikirin da ku bibêjin; vaye em piştgirî didin we. Da ku pişta xwe qayîm bikin piştgiriya madî didin van malbatan. Dikarin van dibistanan li gundan de jî saz bikin. Lê nexasim di bajaran de çêdikin da ku ciwanan ji malbatên wana, ji cewherê wan veqetînin û bikin karmendê dewletê. Di pişt perdeyê de şereke pir dijwar ê taybet tê meşandin. Lê mirov vî şerê qirêj ê ku tê meşandin encex piştî beşdarî nava refên PKK’ê dibe fêm dike. Dixwazin bi van kirinên xwe jiyanek lîberal, kesên lîberalîst ava bikin. Divê her kes di van hêlan de baldar be. Ji ber ku ev hemû dijî gelê Kurd tê meşandin.”

‘DIVÊ CIWANÊN KURD Û TIRK BI HESTIYAR BIN’

Gerîlayê HPG’ê Kurtay Egîd herî dawî bang li ciwanên Kurd û Tirk kir û wiha got; “Divê her kes di van hêlan de hestyar û baldar be. Zanisteke ku ciwan ji perwerdeyên dibistanên YÎBO’yê bigire nîne. Ji ber ku hemû li dijî civakê têne pêşxistin. Ev perwerde ne ji bo bihêzkirina civakê ye. Ji bo ciwanan bikin di binê venêraniya xwe û weke karmend ji xwe re kar bîne ye. Di hemû dibistanan de nexasim jî di dibistanên Kurdistanê de şerê taybet pir tenik  tê meşandin û ciwan têne asîmîle kirin. Ji bo ciwan li xwe ne hesin li ser vê perwerdê taybet tê sekinandin. Divê xwendewan di van hêlan de baldar bin. Divê ciwan hemû li welatê xwe bihesin. Piştgiriya ku dewlet dide ne hêncet e ku mirov bibe alîgirê wê. Divê tu ciwan van dibistanan nepejirînin û rêya van dibistanan negirin. Di van dibistanan de bi temamî şerê taybet û polîtîkayên asîmîlasyonê tê meşandin. Ez ji vê derê bang dikim gelên Tirkiyê jî; dibistanên dewletê nexasim jî dibistanên YÎBO’yê ne ji zanistkirina civakê ye. Ev dibistan hemû berjewendiyên dewletê diparêz in. Lewma divê her kes di van hêlan de hestyar û baldar be.”