Amedî û wekîl li dijî dagirkeriya qeyûm meşiyan

Li dijî desteserkirina Şaredariya Peyasê Amedî û wekîl li gel astengî û gefa polîsên Tirk jî meşiyan.

Duh qeyûm anîbûn ser Şaredariya Peyasê ya Amedê û li şûna Hevşaredar Kezîban Yilmaz qeymeqamê mêtingeriyê Unal Koç anîbûn. Wekîlên HDP'ê Salih Aydenîz, Dersim Dag, Remziya Tosun, Semra Guzel, rêveberên bajêr û navçeyê yên HDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê xwestin ku daxuyaniya çapemeniyê bidin lê polîsan gotin ew ê nehêlin. Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Zeyyat Ceylan li dijî astengiyan helwest nîşan da.

Polîsên Tirk li dora girseya li ber şaredariyê girtin û gotin, heke girse belav nebe wê wan destgîr bikin. Polîsan nehiştin ku nûçegihan wêneyan bigirin û nûçegihan ji herêmê dûr xistin. Piştî demekê girse bi dirûşmeyan heta bi avahiya Rêxistina Navçeyê ya Peyasê ya HDP'ê meşiyan. Bi dirûşmeyan hate gotin, ''Zext nikarin me asteng bikin, AKP ya faşîst ji şaredariya bicehime, li dijî faşîzmê em mil bidin hev''.