Amedî: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê têk biçe

Li gorî Amediyan, koalîsyona AKP-MHP'ê fêhm kir ku eger hilbijartinê di dema xwe de bike wê winda bike, lewma dema hilbijartinê anî pêş, lê tevî vê yekê jî wê encam neguhere.

Şêniyên Amedê ji ANF'ê re qala namzetê xwe yê serokkomariyê, sedem û encama gengaz a biryara hilbijartina pêşwext kirin.

Esnafê bi navê Eyup Baran ê 34 salî destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê di dema xwe ya dawî de ye, lewma biryara hilbijartina pêşwext da û got, "Eger li benda sala 2019'an bisekiniya wê krîza aboriyê dest pê bikira. Ji xwe ji sala 2014'an ve ev bû hilbijartina pêncan ku tê kirin. Maliyeta her hilbijartinê tê zanîn." Baran diyar kir ku ji ber Rewşa Awarte wê hilbijartin ne baş be û baweriya kesî bi hilbijaritnê nemaye. Baran ji bo namzetê xwe jî got, "Namzetê me Selahattîn Demîrtaş e ku weke 'sûcdarê nêrînê' niha li Edîrneyê ye."

'NAMZETÊ MIN DEMÎRTAŞ E'

Cîhat Kaya yê 23 salî da xuyakirin ku hilbijartina pêşwext wê rê li ber krîzeke mezin a aboriyê veke û got, "Dema ku krîzê rû da fatûreya vê wê li her kesî bê birîn. Lewma divê piştgirî ji namzetekî serketî re bê dayin. Namzetê min ê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş e.

DIVÊ HER KURDÊ BI RÛMET DENG BIDE XWE

Omer Fesîh Bekîrogûllari yê 56 salî got, dîktatoriya faşîst ketiye rewşeke welê ku eger biryara hilbijartina pêşwext nedabûya û hinekî din dewam bikira wê biqediya. Bekîrogûllari got, "Ji ber vê yekê mîna darbeyekê biryar dan. Di vê hilbijartinê de ne tenê ez, her Kurdekî bi rûmet divê dengê xwe bide xwe. Ji bilî HDP û Selahattîn Demîrtaş ti şensekî Kurdan nîne."

YEKANE PARTIYA MÛXALEFETÊ HDP YE

Bûrhan Ateş ê 36 salî ragihand, ku êrîşa li ser Efrînê dengê desthilatdariyê gelekî kêm kiriye û ji ber ku dengê wan kêmtir nebe biryara hilbijartina pêşwext dane. Ateş got, "Li herêmê ji bilî HDP'ê şensê partiyeke din nîne. Ji xwe hemû mîna AKP'ê ne. CHP jî, IYI Partî jî hemû ji bo AKP'ê dixebitin. Yekane partiya mûxalefetê HDP ye."

EV DESTHILATDARÎ WÊ TÊK BIÇE

Onûr Çîçek ê 21 salî da xuyakirin ku biryara hilbijartina pêşwext komployek e û got, "Ji ber ku fêhm kirin wê têk biçin serî li rêbazeke wiha dan. Wê dek û dolaban bigerînin." Çîçek destnîşan kir ku ji desthilatdariyê heye ku wê bi ser bikeve, lê wê têk biçe. Çîçek diyar kir ku namzetê wan ê Serokkomariyê jî Selahattîn Demîrtaş e.