Amed xwe ji bo mîtînga aştiyê amade dike

Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, wê li meydana Demokrasiyê ya 5 Hazîran a Amedê bi şiyara "Aştî a niha" mîtîngek bê lidarxistin. Ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê li Amediyan hate kirin.

Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û odeyên pîşeyî yên li Amedê, wê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li meydana Demokrasiyê ya 5 Hazîranê mîtîngekê li dar bixin. Komîteya Amadekar a mîtîngê diyar kir ku wê li ber şerê ku li ser bingeha dijminatiya li Kurdan tê kirin rabin û daxwaza aştiyê bînin ziman.

Platforma Ked û Demokrasiyê, amadekariyên ji bo mîtînga herêmî ya 1'ê Îlonê roja Şemiyê didomîne. Platforma ku ji partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, odeyên pîşeyî û sendîkayan pêk tê, amadekariyê ji mîtîngê re dike. Parlamenterên HDP'yî jî destekê didin platformê.  Mîtîng wê bi şiyara "Aştî a niha" bê lidarxistin û ev daxwaz bên ziman; "Bila ciwan u zarok nemirin", "Tecrîd biqede", "Girtiyên nexweş bên berdan" û "Daristan neyên şewitandin".

DAXWAZA JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ

Ji Komîteya Amadekar a Mîtîngê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Îbrahîm Çîçek bal kişand ser eleqeya ji bo karê wan û got, "Gelê me bi dil û can li me guhdarî dike. Karên me dewam dikin. Heta roja mîtîngê wê bidomin. Em karê xwe bi giranî li ser şiyara 'nabe ku aştî bê tecrîdkirin' dimeşînin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan em tevdigerin. Gelê me jî di vê mijarê de gelekî hesas û baldar e. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin, aştî pêk were, daristanên me nema bên şewitandin, girtiyên siyasî yên nexweş bên berdan û dawî li zexta li ser girtiyên siyasî were anîn, em bang li gelê xwe dikin ku tevlî mîtîngê bibe. Em ê bi hêz, daxwaz û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe bidomînin."

DAXWAXA AŞTIYÊ WÊ WERE ZIMAN

Endamê Komîteya Amadekar Abdulbakî Ondeş jî destnîşan kir ku wê bibin wesîle ji bilêvkirina daxwaza gel û diyar kir, ev şerê neheq sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ondeş pirsa "Çima gelek nikaribe li welatê xwe bi rengekî azad û demokratîk bijî?" kir û got, "Ji bo van hemûyan bînin ser ziman, em bang li gelê xwe dikin ku 1'ê Îlonê bêjin 'Na ji şer re ! Aştî a niha'."