Amed bi rengê biharê xemilî
Navenda Amedê, Bexçeyên Hewselê û derdora bajêr bi rengê biharê xemilîn.
Navenda Amedê, Bexçeyên Hewselê û derdora bajêr bi rengê biharê xemilîn.
Di vê demsalê de li gelek herêmên Kurdistanê bi taybetî li herêma Serhedê hîn jî berf didê. Lê li başûrrojhilatê navçeya Sûrê ya Amedê, li qiraxa Çemê Dîcleyê, li Bexçeyên Hewselê kulîlk li darên bihîv, mişmiş, alûçe, xox û gelyazê ketine. Bexçeyên Hewselê bi rengê biharê xemilî ye. Li Bexçeyên Hewselê zêdeyî 250 cûreyên çivîkan, her wiha seyê avî, sihorî, rovî, jîjo û gelek heywanên din hene.
Ji objektîfên ANF'ê çend wêneyên xemla biharê...