Şiyar Amed: 15'ê Tebaxê parastina rewa ya Kurdan e

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Şiyar Amed ji bo Pêngava 15'ê Tebaxê got, ruhê berxwedanê yê hemû mirovahiyê ye.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Şiyar Amed, di salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de li ser pêwîstiya parastina rewa axivî. Amed anî ser ziman ku 15'ê Tebaxê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn cejna vejînê ye. Di dewama axaftina xwe de got; "Berxwedana heyî ya li Rojhilata Navîn berxwedana gelan e û di bingeha wê de ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê heye. Bi saya pêngava 15'ê Tebaxê îro hem gelê me hem jî gelên Rojhilata Navîn bi hev re li ber xwe didin. Bi taybetî li Tirkiyeyê yên ku niha li ber faşîzmê radibin û dikarin dengê xwe derxînin, bi saya vê pêngavê dikarin vê bikin. Ji bo çi em vê dibêjin? Di dema faşîzma 12'ê Îlonê li zindana Amedê berxwedaneke mezin çêbûye. Li derve jî bersiva vê berxwedanê 15'ê Tebaxê ye."

Amed destnîşan kir ku ruhê 15'ê Tebaxê îro jî dewam dike û got; "Ji vê berxwedana mezin jî tê fêhmkirin bê 15'ê Tebaxê çiqasî bilind û mezin e. Li ser vî esasî em dikarin bêjin ev cejn cejna hemû însaniyetê ye. Ne tenê li Rojhilata Navîn, têkoşîna partiyê niha bandorê li tevahiya mirovahiyê dike. Li ser vî esasî em dikarin vê pênaseyê bikin; ruhê 15'ê Tebaxê ruhê berxwedana hemû însaniyetê ye."

Amed beriya 15'ê Tebaxê wahşeta ku li ser gelê Kurd dihat kirin bi bîr xist û qala bersiva gel û PKK'ê ya li dijî vê hovîtiyê kir: "Li hemberî vê zilmê li zindana Amedê berxwedana 14'ê Tirmehê çawa bi ser ketibe, bersiva vê li çiyê pêngava 15'ê Tebaxê ye. Di heman demê de civakê jî bi serhildanê bersiv da. Ev ruhê serhildanê îro gihîştiye asta şoreşê. Êdî em dikarin bibêjin; ruhê şoreşê mîsogerkirin, bi şoreşa Rojhilata Navîn wê pêk bê. Li ser vî esasî em careke din dikarin bibêjin çawa ku li zindana Amedê heval Mazlum, Heval Kemal, Heval Xeyrî û hevalên din berxwedaneke mezin nîşan dan, di heman demê de ev pêngav jî di bin fermandartiya fermandarê mezin heval Egîd de li hemberî faşîzmê di dema xwe de serketineke mezin afirand."

BAWERÎ Û HÊVIYEKE NÛ DA CIVAKÊ

Amed di dewama axaftina xwe de bandora pêngavê ya li ser civakê anî ziman: "15'ê Tebaxê bandoreke mezin li civakê kir. Civak bû xwedî îrade. Civak êdî dibêje; 'êdî ez ez im. Ez xwedî îrade me. Zimanê min heye. Mafê min heye. Ez dikarim xwe biparêzim'. Li ser vî esasî di civakê de ruhekî berxwedanê afirand, ruhê serketinê derxist holê. Baweriyeke nû, hêviyeke nû ava kir. Li ser vê bingehê em dikarin bibêjin; cejna vejînê cejna serketinê ye, cejna hêviyê ye, cejna baweriyê ye. Ji bo dewama vê mirov dikare bibêje civaka me fêr bûye ku parastin çi ye? Xweparastin çi ye? Parastina rewa çi ye? Li ser vî esasî xwe bi rêxistin kiriye. Ew qereqola ku di mejî de hatiye ava kirin hilweşiya ye. Li şûna wê zanisteke, hişmendiyek, psîkolojiyeke nû derketiye holê. Gotinek li ser parastinê heye. Balkêş e. Dibêjin; 'kuçik berdane, kevir girêdane'. Çîroka vê gotinê heye. Grubek heye. Lîstokvan in, şanoger in. Li nava gundan digerin, muzîka xwe pêşkeş dikin û li ser vî esasî debara xwe dikin. Zivistanekê berê xwe didin gundekî. Li meydana gund milet kom dibe. Grup hunera xwe pêşkêş dike. Milet kêfxweş dibe. Dema bi dawî dibe, grup ji bo debara xwe mafê xwe dixwaze. Dema mafên xwe dixwazin ew miletê ku li meydanê kom bûye derdorê grubê dorpêç dikin. Xwe diavêjin ser grubê û heta cilê wan her tiştê wê grubê digrin. Wan tazî dikin. Zivistanê û grup tev tazî ye. Grup dibêje; 'temam em dev ji mafên xwe diberdin, zivistan e, sar e, cilê me bidin em ê biçin'. Gundî cilê wan jî nadin. Bêguman wê demê grup fêhm dike ku gundê ku hatine gundê çeteyan e û ev çete diziyê dikin. Lê ji destê wan tiştek nayê. Rût û tazî li naverastê dimînin. Çiqas israr dikin 'cilê me bidin em ê biçin' feyde nake. Di nava gund de çend kûçikên har hene. Çete dibînin ku grup bi israr naçin van kûçikên har diberdin ser grubê. Dema kuçik êrîş dikin grup dixwaze xwe biparêze. Lê belê ji bo xwe biparêzin tiştek tune ye li derdorê. Li erdê kevir hene. Dixwazin rahêjin keviran, mêze dikin kevir cemidiye. Zivistan e û her der qerisî ye. Kevir jî bi erdê re bûne yek. Dikin nakin kevir ranabin. Wê demê di nav grubê de extiyare radibe û dibêje; 'ev çi edalet e, ev çi wijdan e? Kuçik berdane, kevir girêdane'. Ev gotin tê wateya ku gelê Rojhilata Navîn çi qas hatiye bêhêzkirin, çiqas ji parastinê ketine. Dewletan ji teknîkê bigire, her cure çek bigire di destê xwe de kom kiriye. Ji bo gelan kevir rakirin jî qedexe ye, sûc e. Ji ber wê yekê li zarokên me yên kevir avêtin faşîstan 18 sal ceza hate birîn. Heta Erdogan rabû behsa îdamê kir. Ji ber ku kevir diavêjin got; 'ew terorîst in'. Di destên wan de her cûre amûrên hovîtiyê hene. Lê belê gel nikare rahêje kevirekî û  xwe biparêze. 15'ê Tebaxê rahişt kevir û avêt dijmin. Ev kevir îro bûye mejî, bûye îrade, siyaset, çand û jiyana azad."

FERMANDAR EGÎD BANDOREKE MEZIN LI DIJMIN JÎ KIR

Endamê Komîteya Perwerde ya PKK'ê Şiyar Amed di dawiya axaftina xwe de qala egîdiya fermandar Egîd kir û got, "Bandorea fermandarê 15'ê Tebaxê li ser civakê mezin bû. Heval Egîd bandoreke mezin li dijmin jî kir. Min bi çavê xwe dît. Di sala 1993 de li zindana Îzmîrê navçeya Buca bûm. Her 15 rojan carekê liv û tevger hebû. Esker diketin hundirê qewîşan û lêgerîn dikirin. Fermandarê wan efserek bû. Di dema hevalê Egîd de li Gabarê mabû. Digot; 'Bi rastî jî Egîd însanekî egîd bû. Însanekî cûda bû. Em dijminê hev bûn, lê belê bandor li me kiribû. Ji ber ku hem di nêzîkatiyên xwe yên bi gel re hem jî hevalan re pir baş bû. 'Heval Egîd kesayetekî wisa bû ku bandor li dijmin jî dikir. Îro ciwanên me yên Kurdistan û Rojhilata Navîn, ciwanên me yên Ereb, Êzidî, gelên Tirkiyeyê, Fars bi taybetî şexsiyetê heval Egîd çi ye baş lêkolîn bikin û li ser vî esasî xwe biparêzin, civaka xwe biparêzin. Ev parastin leşkerî dibe, birdozî dibe, çandinî dibe. Ciwanên me pêwîst e ruhê 15'ê Tebaxê biparêzin. Li ser vî esasî têkoşîna xwe geş bikin û li çiyayên azad, li nava refên gerîla cihê xwe bigrin û bi vî şiklî bersiv bidin dijminê xwe. Ruhê 15'ê Tebaxê cesareteke pir mezin e. Sîstema faşîzm dixwaze tirs ava bike. Lê belê ruhê 15'ê Tebaxê ev tirs ji holê rakir. Pêwîst e hemû ciwanên me, hemû welatparêz pir bi cesaret biçin ser erkên xwe û azadiya gelê Kurdîstan û Rojhilata Navîn mîsoger bikin. Li ser vî esasî cejna vejînê di serî de li Serok Apo, li hemû hevalan û li hemû gelan pîroz dikim."