AKP’yî bi xespkirina şaredariyê gel tehdît dike

AKP’yî li Wanê bi gotina ‘Deng nedin HDP’ê ji xwe wê qeyûm bê wezîfedarkirin’ gef dikin. Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê bajar got: “Dixwazin moralê gel xira bikin.”

BDP a ku 30’ê Adara 2014’an di hilbijartinên herêmî de bi serketineke mezin 14 şaredarî bi dest xist. AKP a ku bi rêbazên cuda yên talankirinê piştî du salan ji 14 şaredariyan 12 şaredariyên DBP’ê xespkirin, ji bo hilbijartina li pêşiya me dest bi derew û gefan kiriye.

AKP a ku ji bo hilbijarartina herêmî ku hewl dide hinek qeyûman nîşan bide, bi parlemeterên berê û li gund û taxan dest bi xebatê kirine. Serokê AKP’yî yê Wanê Kayan Turkmenoglû ê hefteya borî li navçeya Erçekê xîtabî alîgirên xwe dikir digot: “Çiqas deng bidin HDP’ê bila bidin, HDP bi ser jî bikeve wê dîsa qeyûm bên wezîfedarkirin. Ji bo vê deng nedin HDP’ê bidin me. Bi piştgiriya dewletê em ê xizmetê ji bo we bikin.”

LI QESRÊ BIRYAR HATIN GIRTIN

Turkmenoglû piştî van gotinên xwe û şûnde li gel parlemeterê AKP’ê yê berê Bûrhatn Kayaturk re tevlî aktivîteyekê ya li gundê Kasimolû ya girêdayî navçeya Tuşbayê bûn û li vir xîtabî gel kir. Kayaturk li vir diyar kir ku HDP wê dîsa di hilbijartinên herêmî de wê li herêmê hemû şaredariyan bidest bixe. Kayaturk got heta wê şaredariyên Tuşba û Westan ên di destê AKP’ê de ne jî bi dest bixin. Kayaturk got: “Di civînên me li qesêr girtîn de, têkildarî hilbijartinê hinek biryar hatine girtin. Piştî hilbijartinê herî direng bi mehekê şûnde wê dîsa ji bo şeredariyên HDP’ê qeyûm bên wezîfedarkirin. Ji bo vê dengê xwe nedin HDP’ê. Dengên ji bo HDP’ê diçin, dengên valan e. Di vê hilbijartinê de her kes bila dengê xwe bide AKP’ê.”

JI BO MORALÊ GEL XIRABIKIN

AKP a ku beriya niha gel bi torosên spî gef dikirin niha jî bi xespkirinê dest bi gefan kiriye. Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê Wanê Azîm Yacan got: “Bi hezaran qeyûm wezîfedar bikin jî wê dîsa gel dengê xwe bidin HDP’ê. Ev daxuyanî ji bo hêvî û moralê gelê me bixin tên kirin. Em ji gelê xwe bi hêvîne ku wê bersiva pêwîst bidin van.”