'AKP wê li Colemêrgê di sindoqa dengdanê de bifetise'

Serokê DBP'ê yê Bajarê Colemêrgê Suleyman Kanat destnîşan kir ku AKP wê li Colemêrgê di sindoqa dengdanê de bifetise û got, gelê Colemêrgê wê roja 24'ê Hezîranê derseke mezin bide AKP'ê.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Gel a Demokratîk (HDP) li Colemêrg û navçeyên wê karên xwe yên ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê didomînin.

Serokê DBP'ê yê Bajarê Colemêrgê Suleyman Kanat destnîşan kir ku gelê Colemêrgê wê bersiva pêwîst di sindoqê de bide AKP'ê. Kanat diyar kir, wan hefteya bihurî dest bi karê hilbijartinê kirine û di vê çarçoveyê de li bajar, navçe, tax û gundan komîsyonên hilbijartinê ava kirine. Kanat da xuyakirin ku weke DBP ew timî di nava gel de ne û li her cihî bi coşa mîtîngê tên pêşwazîkirin.

Suleyman Kanat got, gelê Colemêrgê gelekî rêxistinbûyî ye û wiha dewam kir: "Dema ku ji bo hilbijartinê em diçin tax û gundan, gel li ser rê partiya me pêşwazî dike. Xwedîderketina gel a li partiya me nîşan dide ku AKP wê li Colemêrgê di sindoqa dengdanê de bifetise. Gelê me wê roja 24'ê Hezîranê derseke mezin bide AKP'ê. Gelê me êdî bi dengekî bilind bersivê dide vê zilmê. Ji roja ku me dest bi karê hilbiljartinê kirine û vir ve gelê me bi baldarî nêzî partiya me dibe. Gelê Colemêrgê timî pêşengî ji Kurdistanê re kiriye. Wê ji niha û pê ve jî bi vê erka pêşengiyê rabe."

'GELÊ ME DI VÊ HILBIJARTINÊ DE PÊŞENGIYÊ JI ME RE DIKE'

Kanat got, "Di serî de Colemêrg, haya gelê me ji her tiştî heye. Weke partî me bi gelê xwe re tifaq kirin. Çawa ku me beriya niha li Colemêrgê 3 ji 3 parlamenteran bi dest xist, em ê dîsa her sêyan bi dest bixin û nêzî sed ji sedî yê dengan bigirin. Gelê me bi taybetî di vê hilbijartinê de pêşengiyê ji me re dike. Her ferdekî gelê me mîna endamekî partiya me bi şev û roj dixebite. Kes nikare li ber vê sekna xwedî îrade ya gelê me raweste. Weke partî em hewl didin layiqî gelê xwe bibin."

'GELÊ ME BI ŞEV Û ROJ, BI DIL Û CAN DIXEBITE'

Kanat destnîşan kir ku gel bal dibîne bê AKP çi dike û hesabê vê yekê dike. Kanat got, "Ji ber ku nûnerên gelê me hatin girtin. Şaredarî û destketiyên gel hatin desteserkirin. Di serî de Selahattîn Demîrtaş, hevalên me yên din girtî ne. Gelê me ji ber vê yekê hê bi hêrs e. Lewma gelê me bi şev û roj, bi dil û can dixebite."