'AKP sazîbûyina îdeolojî, polîtîk,aborî û çandî ya rejîma 12’ê Îlonê ye'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan AKP weke sazîbûyina 12’ê Îlonê nirxand û got, ‘’Guherîna Komara Duyan a bi darbeya 1980’yî dest pê kirî, bi krîzek giran ku serê salên 2000’î dest pê kirî, ji Komara Yekê qut bû.’’

Em beşa têkilî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di parastina, ‘’Di Dorpêça Qirkirina Çandî De Parastina Kurdan’’ par ve dikin.

 ‘’Darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî li hundir ji ber muxalefeta gelan, li derve jî ji ber sedema konjonktûra Rojhilata Navîn a guherî (Şoreşa Îslamî ya Îranê, Dagirkirina Efganîstanê ya ji hêla Yekîtiya Sovyetan ve) hewl da ku li şûna ‘Milliyetgiriya Tirk a a spî ya laîk’ a ya Komara Pêşî, Komara Duyan a li ser ‘’Milliyetgiriya Tirk Îslamî a Kesk’’ ava bike. Di hedefa vê hewldanê de bi esasî muxalîfên Tirk ên demokratik û sosyalist û muxalîfên netewî yên Kurd hebûn. Umetparêz, a rastir Evangelîstên Îslamî (Tarîkata Nûmenxwaz a Mûsewî-Îslamî) ji xwe re weke zemîna îdeolojîk hilbijart. Bi eslê xwe ji Nûrciyan bigirin heta bi terîqatên Neqşî û Qadirî xwe bilez nûjen kirin xwe veguherandina ser ekola modern a Îslamî-Yahûdî ku ev guhartoya Tirkiyê ya Evangalîstên Xiristiyan-Yahûdî ya li DYE’yê bû.  Zemîna esasî ya îdeolojîk a faşîzma 12’ê Îlonê ev e. Guhartoya Tirkiyê ya hegemonyaya Reagen-Thatcher-Kohl hatibû avakirin. Di vê pergala nû de gava pêşî piştî ku hêzên demokratik û sosyalist hatin tasfiyekirin, bi temamî berê xwe dana Kurdên ku bi pêşengiya PKK’ê li ber xwe didan. Bi rengekî weke dubareya pêvajoya 1925-1928’an a Komara Pêşî bû. Piştî tasfiyekirina wan aliyan ku dîtin Komar xitimiye û ji ber vê alîgirên çareseriya siyasî bûn, rejîmê xwe baştir sazûman kir. Komara Duyan jî bi faşîzmê bi encam bû. Lê haveynê îdeolojîk ê vê carê ji spî ber bi kesk ve diçû. Dihate maneya komareke bêhtir muxafazakar. Ya ku li para Kurdan diket dîsa eynî siyaseta îmha û înkarê bû.  Hêza hegemonîk a global a li pişt politikaya îmha û înkarê ya salên 1925-1945’an bi esasî hêza hegemonîk a pergala global jî Ingiltere bû. Hêza hegemonîk a li pişt Komara Duyan dîsa hêza hegemonîk a pergala global DYE bû. ‘’Statûya bi pirsgirêk hiştinê’’ ya ku pergala hegemonîk ji salên 1920’yî ve didomand, heta salên 2000’î bêyî ku biguhere domand.

YEKDESTÊN ÎDEOLOJÎK Û EKONOMÎK ÊN EVANGELÎK ÎSLAM-YAHÛDÎ DI ŞEXSÊ AKP’Ê DE DEST AVÊTIN DESTHILATA DEWLETÊ

Guherîna Komara Duyan ku bi darbeya 1980’yî dest pê kirî, bi krîzeke xurt a salên 2000’î dest pê kirî ji Komara Pêşî qut bû.  Avaniyên îdeolojîk, polîtîk, aborî û sosyal ku ji Komara Pêşî mabûn, derbên giran ji krîzê xwarin û qels man. Yekdestiyên Evangelîk Îslamî-Yahûdî yên îdeolojîk û ekonomik ku bi destekdayina DYEyê hîmê wan ji beriya salên 1980’yî hatibû dayin, bi AKP’ê (Partiya Dad û Rabûnê) re dest avêtin desthilata dewletê jî. Li dijî hişmendî û saziyên Komara Pêşî yên qels mayin, berê xwe dane wê ku saziyên îdeolojîk û binesazî yên Komara Duyê ava bikin. Li pişt diyardeya ku jê re desthilata AKP’ê tê gotin, hevkariya Neo-conên DYE’yê (muxafazkarên liberal ên nû) û yekdestên sermiyana bi navenda Anatolî Konya-Qeyserî heye, ku bilez mezin bûn. Bi vê maneyê deriyê dewletê ku ji 1923’yan ve ji desthilatê hatibûn dûrxistin, dîsa li hişmendiya Îslamî re hatin vekirin.  Lê deriyên dewletê hê jî li sosyalist, demokratên radîkal û nasnameya Kurd a kolektif û azadîxwazan bi rengekî hişk dihate girtin. AKP, bi maneyekê rola CHP’ê ya di Komar Pêşî de di demeke kurt de di Komara Duyan de dilîze. Bêguman mirov dikare behsa şemitîna hegemonîk bike di navbeyna yekdestên sermiyan û desthilatê de. Di navbeyna du hêzên hegemonîk de helbet Sûrhên Çînê nînin .Gelek saziyên îdeolojîk û polîtîk ên Komarê bi hev re par ve dikin. Lê dîsa jî di neqebîna wan de gelek cihêtî û ji ber vê jî nakokî hene. Ji çav re pevketin li derdora laîktî-şerîatê, bêhtir bi rengekî sembolî li ser nîqaşên destmalê bû. Di rastiya xwe de jî di navbeyna du beşên hegemonîk de nakokiyên giran ên îdeolojîk, polîtîk, abroî û çandî hebûn.  Heke em nakokiyê li ser paşxaneya wê ya dîrokî deynin, nakokiya Osmanî-Komarê weke nakokiya Osmaniyên Nû-Komarparêzên Laîk didome. Wê bêhtir rasteqînî be ku AKP weke sazîbûyina îdeolojîk, polîtîk, aborî û çandî ya rejîma 12’ê Îlonê were nirxandin. CHP’ya Komara Pêşî çi be, AKP’ya Komara Duyan a 12’ê Îlonê jî ew e. AKP dixwaze desthilata hegemonyaya xwe bi destura xwe (bi esasî guhartoya liberal a destura 12’ê Îlonê ye) tacîdar bike. Hedefa sereke ya hilbijartina 2011’an ev e)

Bi qebûlkirina senteza Tirk-Îslamê ya darbeya 12’ê Îlonê re, nişfê sêyan tevgera faşîst anî rojevê. Ev bizava ku mirov dikare jê re Faşîzma Tirk a Kesk bibêje, ji bo peşîlêgirtina berbelavbûna Yekîtiya Sovyetan a li Rojhilata navîn, derxistina Rûsyaya Sovyetan a ji Efganîstanê,  li Asyaya Navîn mijûlkirina wê ya bi pirsgirêkan re û ji bo welatên Îslamê bi ser demokrasiye û sosyalîzmê ve neşemitin, li gorî milliyetgirên nîjatperest ên DYE’yê bêhtir kêrhatî ne û bi destak wan geş bûye. Tevgera Îslamî bi giştî li ser hîmê xizmeta li hegemonyaya Ingilîz derketiye holê, ji modernîteya kapîtalîst ne qut e. Weke ku tê hesiband ne millî û azadîxwaz e. Weke guhartoyeke milliyetgiriya kapîtalîst hatiye geşkirin .Hedefa xwe ya sereke ew e ku li nav wan civakan ku çanda Îslamî berbelav e, astengkirina demokratîkbûn û sosyalîstbûna wan, entegerekirina çanda Îslamê ya bi kapîtalîzmê re ye. Din nav wan amûran de ye ku hemû hêzên hegemonîk bi vê mebestê bi kar tînin.

Di serdema Împaratoriya Osmanî de ji bo ku hêmanên Îslamî di nav dewletê de li hev ragire û li dijî hegemonyaa Ingilîz bi kar bîne bi desteka Elmanya Panîslamîzm hate geşkirin. Ingiltere li cografyaya Ereb Wahabîtî geş kir û bersiv da vê. Îslamîtî hê di destpêkê de, bi destê hevkarên ku çanda Îslamê bi kar tînin, ji bo ku para ya xwe di kedxwariya hêzên hegemonîk de zêde bikin hatiye bikaranîn.

Bi rengê milliyegiriya dînî bi hegemonyaya kapîtalîst re tê movikkirin. Divê mirov hêmanên îslamiya welatparêz ji Îslamiyên siyasî cihê bike. Jixwe ji vî alî ve pêşengên antî-hegemonîk derketine holê.  Rewşeke tê têhmkirin ku çanda îslamê ne homojen e, li gorî rewşên çînî û sosyal helwestên cuda derdikevin holê. Di Şerê Rizgaria Netewî de Îslamî bi hêzekê bûne xwedî helwestek antî-hegemonîk.  Weke hêzên sosyalist û Kurdên welatparêz, hêzên Îslamî yên welatparêz jî ji hêla Faşîzma Tirk a Spî ve hatine tasfiyekirin. Bi komploya Tirkên Spî êdî di nav dewletê de cihê Îslamiyên welatparêz nikarîbû hebe. Vana nikarîbû bi laîkiyên tund re (dînê laîk) bi hev re bijîn. Ji ber vê ew bêdeng kirin. Bi pêşengiya hegemonîk a DYE’yê tam weke qanadên din ên antî-komîst hewl dan ku îslamiya siyasî jî zindî bikin. Wweke faşîzma nîjatperest a Tirk ev bizav jî piştî salên 1960’î hate bû partî, ku van salan tevgera demokratik û sosyalist geş bûbû. Bi qanadên din ên faşîst de nakokiyên xwe hebin jî hemû jî di yek armancê de digihaştin hev. Ew jî ji salen 1970’yî û wri ve li desthilatê bi cih bûn.

HÊMANÊN KU NERM DIHATIN HESIBANDIN HATIN NEQANDIN..

Di vê de aşkere bandora geşbûna tevgera şoreşger heye. Lê pareke girîng ya wan helan jî heye ku ew qasî girîng bûn ku bi darbeya 1980’î ya 12’ê Îlonê re tifaq danîn,  ew jî dagirkirna Efganîstanê ya bi destê Sovyeran û Şoreşa Şiî  ya Îranê bû.  Hem ji bo şikandina hegemonyaya Yekîtiya Sovyeran û hem jî ji bo astengkirina Şoreşa Îranê zêde hewceyî bi tevgereke Îslamî hebû ku ava bikin. Tê fêhmkirin ku li Tirkiyê ji bo vê modêlê ji Tevgera Necmettîn Erbekan ku radîkal dihate hesibandin (‘Millî Goruş’, bi armanca avakirina burjuvaziya Tirk e) hêmanên ku hê nermtir dihatin hesibandin hatin neqandin û ji cemeatên cuda qedro hatin komkirin û komeke elît a desthilatdarxwaz hate çêkirin.  Ya ku dixwestin bi Turgut Ozal çêbikin ev bû. Lê  bi piştî ji hêla fizkî û siyasî tasviyekirina Turgut Ozal ku hê jî razek e bê ka çawa û çima hatiye tasviyekirin û piştî ku Necmettîn Erbakan 28’ê Sibata 1997’an ji Serokwezîriyê hate danîn, tê fêhhmkirin ku li ser wê modêlê xebitîne ku piştre wê bi navê AKP’ê wê teşeyek bidanê. Destpêka AKP’ê weke ku tê zanîne ne 2001 e, koka wê bi kêmanî heta bi darbeya 12’ê Îlonê diçe.

Di serdema Serokê DYE’yê G. W. Bush de hatine rojevêya BOP’ê (Projey Mezin a Rojhilata Navîn), dagirkirnia Efganîstanê û Iraqê li Tirkiyê projeya Îslama nerm kire alternatîfeke nû. Faşîzma Tirk  a Spî ji ber aliyê xwe yê laîk û kevnbûyî ji girseyna tecrîd bûbû.  Her wiha xwe sînordar digkir. Ji kapîtalîzma global re ne pir vekirîbû. Ji ber ku li bara wê tevgereke cidî ya sosyalist û demokratik nebû, DYE’yê zêde hewceyî bi faşîzma nîjatperest nedidît. Ya girîngir jî weke li tevahiya Kurdistanê, li Kurdistana di bin serweriya Tirk de jî Tevgera Azadiyê ya Demokratîk a Kurd a bi geşedeneke mezin peşveçûna xwe didomand.  Ji ber vê, dema ku mirov bide ber çavan ku rewşa tecrîdbûnê ya bi îdeolojiyên faşîst ên bi rengê spî û nîjatperest, ji ber xwe tê fêhmkirin  ku hewceyî bi elîta faşîst a Tirk dîtine.

Bi roleke girîng rabûna çanda Îslamî ya li ser nasnameya çandi ya Kurdan jî di vê karîger bûye.  Ji ber sedema ku li nav civaka Kurd meyla tarîqatî ji sedan salan ve kariger bûye, vebijêrka faşîzma Tirk a kesk dike argûmeke zêdetir kêrhatî. Du baskên dî,  nûnerên faşîzmê yên din av artêşê û partiyên siyasî de (di serî de CHP û MHP) li dijî vê şemitîna desthilatê ya li hundir bi tundî sekinînin. Ji 2001’ê heta 2007’an çar caran xwe li darbeye ceribandin. Lê ji ber sedema ku ji desteka DYE û YE’yê bêpar bûn derfet nedan ku bi ser bikevin. Her wiha hevgiriya radîkal a bi sermiyana fînansî ya global re kir ku bibe tekane vebijêrk û bi yek partîyî mayina wê ya li ser desthilatê xurt kir. Hatina AKP’ê ya li ser desthilatê di dewletê de serdema nû ya hegemonyayê vedibêje. Hegemonyaya Tirkê spî ya heştê ya salî ya Komarê, cihê xwe hêdî hêdî û bi rengekî biêş ji faşîzma Tirk a Kesk re hişt, ku xwe weke Îslamiya nerm a Komarê nişan dida.  Li şûna Faşîzma Tirk a Spî ya bi navenda Enqerê, faşîzma Tirk a kesk a bi navenda Konya-Qeyseriyê hêdî hêdî lê bi gavÊn saxlem li ser wê rêyê ye ku bibe hêza nû ya hegemonîk a Komarê. Hê ji niha ve bi rengekî aşkere plansaziya wê tê kirin ku sala 100’î ya Komarê ya sala 2023’an bi navê vê hegemonyayê wer pêşwazîkirin.

Polîtîkaya Kurdan a hegemonyaya AKP’ê ji politikaya hegemonyaya CHP’ê ne cudatir e. Heke herdu partî polîtîkayên îmha û înkara Kurdan nikaribin weke berê bidomînin di bingehê vê de têkoşîna PKK’ê heye ku nikarin serkut bikin. Naxwe bi serê xwe bimîne îmha û înkara Kurdan a AKP’ê ne kêmî ya CHP’ê ye. Bi ser de ji hin aliyan ve, nemaze bi fanatîkiya îdeolojiya dînî (weke ku di mînaka Hîzbûl Kontra de hate dîtin) ji înkarkariya CHP’ê zêdetir e. Hêza teşwîqker a tasfiyekariya sala 2002-2004’an a di nav PKK’ê de bi esasî AKP ye. Dîsa hêza ku lêgerîna çareseriya siyasî ya di nav dewletê de destpêkirî xitimandî bi esasî AKP ye. Meyla çareseriyê ya dewletê ji bo xurtkirina hegemonyaya xwe bi kar tîne. Hem sivikatî bi naveroka vê meylê dike û hem jî ji bo propagadanya xwe bi kar tîne, nava wê vala dike û pûç dike.

Ji vî alî ve ji MHP û CHP ya bi helwesta zelal bêhtir taloke ye. Dozên Ergenekonê jî bi eynî armancê bi kar tîne. Li ser tasfiyekirina Kurdan bi darbekarên rastîn re li hev tê, weke ku yên berdestîkan didarizîne xuya dike û meşrûyetê ji xwe re peyda dike.  Ne pêkan e ku li dijî wesayeta artêşê derkeve û demokratik tevbigere.  Di meseleya Kurdan de lihevkirina bi artêşê re, cara pêşî di serdema AKP’ê de bi rengekî bêhtir plankirî û berfireh sazkar dibe.  ‘’Mafên takekesî û çandî’ ku yek ji têgînên kilît ên vê polîtîkayê ne, bi esasî di bi nav ê çareserkirina meseleya Kurd de, ji bo maskekirna plan û bicihanîna tasfiyekirina nasnaeya kolektif û azad a Kurd e. Piştî pûçkirina tasfiyekariya 2002-2004’an çareseriya ‘mafê takekesî û çandî’ ya ku hatî geşkirin, li dijî çareseriya KCK’ê li gel beşe fermandar ê artêşê, bi desteka DYE, YE, rêveberiya Iraqê ya Ereb û Kurd ( her wiha bi Îran û Sûriyê re tifaqeke dî ya destekdar kirin dewrê) ji 2005’an û wir ve hate sazkarkirin.  Bi gotina Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan, ‘’li dijî teröre di qadên leşkerî polîtîk, aborî, çandî, dîplomatîk û psikolojik’ ketin ‘serdema seferberî û têkoşînê.’’

AKP’Ê GLADYOYA XWE AVA KIR Û ŞER RÊ VE BIR

Hikûmeta AKP’ê bi çarçoweyeke ku ti hikûmeteke dî newêrayî Gladyoya we jî (Serdema Şerê Gladioya Pêncan) ava kir û şer rê ve bir. AKP dev ji şer neqeriya.; çarçowe û aliyên şer berfirehtir û kûrtir kir û şer domand. AKP ji hemû partiyên dewletê yên beriya xwe bêhtir partiya dewletê, ji hikûmetê beriya xwe bêhtir hikûmeta ‘şerê taybet’ e. Ji rêxistina Hîzbûllayê ya têkilî JÎTEM’ê hê berfirehtir li pey rêxistiniyeke kontra ya Îslamî ye. Di serî de melayên qedro yên Karê Diyanetê, endamên gelek cemiyetên tarîkan bi rengê rêxistiniya banî ya Hamasê bi rengekî pir armancî bi kar tîne.  Kontrola xwe ya li ser aboriyê di xizmeta şerê taybet de bi kar tîne. Çanda jiyana dînî bi eynî armancê bi kar tîne. Piraniya dîlomasiyê jî bi eynî armancê die xebitandin. Bi kurtasî di navenda xebatên hikûmetê de tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd heye.

Hikûmeta AKP’ê gav bi gav ne ku tenê desthilata dewletê bi dest dixe, her wiha hegemonîk jî dike.  Weke dema avabûna Komarê di pêvajoya hilweşînê de jî desthilatê dixwaze hegemonîk bike û bidomîne. Di pêvajoya avabûna komarê de çawa ku tevgera tasfiyekirinê ya li ser Kurdan hegemonyaya faşîst a Tirkê Spî anîbbe, di pêvajoya feşkîlîna faşîzmê de jî bi hedefkirina tevgera nasnameya azad a Kurd eynî hegemonya tê avakirin. Tasviyekirin Kurdan, di serê wan hokeran de ye ku Komarê ji sîsîka wê ya ronîbûnê û demokratik dûr digire. Çawa ku tasfiyekirina Kurdan sedema sereke ya hemû geşedanên neyênî be, berevajî vê jî rast e. Ango di serî de demokratikbûn, ji hêla pozîtîf ve bipêşveçûna Komarê bi azadbûna Kurdan re têkildar e. Dîroka Komarê ya not salî, ev rastî êdî bi rengekî beloq daniye holê.

Di serdema nû ya desthilata hegemonîk de rejîma şerê taybet a bi armanca tasfiyekirina hebûn û azadiya Kurdan wê hê bêhtir were geşkirin û domandin. Jixwe bi bingehê lihevkirina AKP’ê û xwediyên destilata berê ya rejîmê de ku di şexsê artêşê de li hev kirine, tasfiyekirina hebûna Kurdan (rastiya ontolojik) û azadiya Kurdan (bîrewerî û rêxistinî) û qirkirina çandî heye. Desthilat bi rengekî dî teslîmî AKP’ê nedihate kirin. Di lihevkirina milliyetgiriya Siyonîst a 1925’an û netewayiya Tirk de jî înkara hebûna Kurdan û bi tundî tasfiyekirina hêzên serhilêr hebû. Ev lihevkirin di serdema AKP’ê de tenê weke berê nehatiye domandin her wiha bi argûmanên Îslamî bêhtir hatiye qeyîmkirin jî. Bi kurtasî,  xala hevpar a her sê milliyetgiriyên bizavên sereke (Siyonîst û neteweyatiya Tirk, milliyetgiriya nîjatperest a Tirk û Milliyetgiriya Îslamî ya Tirk ) qirkirina çandî ya Kurdan e. Her sê milliyegirî li ser xalên din her çendî darbe li hev kiribin û têkoşîneke bi xwînî dabin jî li bara rastiya Kurdan tim helwesta wan hevpar e.  Diyardeya ku jê re ‘yasaya tûncî’ ya rejîma faşîst  dibêijn ev e.  Ti hêzeke ku vê yasayê nas nake din av pergalê de mafê jiyanê û siyasetê nadinê.’’