AKP kursên Quranê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

Mele Mûhammed Çîçek destnîşan kir, ku desthilatdariya AKP'ê kursên Quranê ji bo armancên xwe bi kar tîne û siyaseta xwe dixe mejiyê zarokan.

Kursên Quranê yên li Kurdistanê, di dema dawî de gelekî balê dikişînin. Meleyê berê Mûhammed Çîçek destnîşan kir, ku sedema vê yekê jî îstîsmarkirina dîn e.

Mele Mûhammed Çîçek ê ji Pirsûsê bi bîr xist, ku kursên Quranê divê ji bo vegotina heq, hiqûq, edalet, jiyana wekhev û kelama Xwedê be û got, "Lê belê armanca kursên Quranê yên di dema AKP'ê de hatin vekirin, ne ev e. Desthilatdariya AKP'ê di van kursan de bi navê dîn mirovan bi xwe ve girê dide, wan dixapîne û siyasetê dike. Di dema dawî de me bihîst ku ji bilî siyasetê tiştên cuda jî li binê sîwana van kursan diqewimin."

MUNAFIQÊN TUND

Mele Mûhammed anî ziman, ku li gorî dînê Îslamê mirov bi sê sitûnên bingehîn dikarin bên destnîşankirin û wiha dewam kir:

Ya yekemîn; Jê re Muslîm tên gotin. Di ziman, liv û tevgera xwe û karkaterê xwe de bi zanebûn, bi ti awayî zerarê nadin. Xwedî bawerî ne û xwe ji zerardayinê vedigirin.

Ya duyemîn; kafîr in. Yên Quranê înkar dikin û dîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û zilmê li mirovan dikin.

Ya sêyemîn jî; yên bi navê Xwedê û Quranê mirovan dixapînin û di çarçoveya berjewendiyên xwe de ji bo serdestiya xwe bi kar tînin. Yanî yên munafiq. Yên ku diaxivin û derewan dikin, soz didin û piştre berevajî wê dikin, yên ku xiyanetê li emanetê dikin, di nava munafiqan de yên herî tund.

JI BO DIJMINATIYÊ LI KURDAN BIKIN HATINE WEZÎFEDARKIRIN

Çîçek anî ziman, ku saziyên olî yên dewletê li Kurdistanê vekiriye û personelê van saziyan, hewl didin gelê Kurd asîmîle bikin û got, "Hatina wan a vê derê bi navê dîn, ne ji bo wê ye ku ji Kurdan re qala Îslamiyetê bikin. Ji bo bi polîtîkayên xwe ve girê bidin tên. Ji bo îdeolojiya xwe bigihînin me, me asîmîle bikin û tine bikin, hewl didin. Mîsyoneriya dewletê dikin."

ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ JÎ PARÇEYEK JI VÊ YE

Çîçek diyar kir, ku di dema dawî de destdirêjî, destavêtin û îstîsmarkirina zarokan li van kursan tê ber guhê wan û got, "Ji ber vê yekê hejmara wan a li Kurdistanê zêde ye. Ev yek lîstik û projeyeke polîtîk e li dijî gelê Kurd."