AKP ji Roboskiyan ditirse!
Çalakiya Roboskiyan ên xwestin xizmên xwe yên ku hatibûn qetilkirin bibîr bînin hate astengkirin.
Çalakiya Roboskiyan ên xwestin xizmên xwe yên ku hatibûn qetilkirin bibîr bînin hate astengkirin.
Çalakiya edaletê ya malbatên Roboskî ya hefteya 238’an a ji bo bîranîna 34 kesên ku di encama bobmerdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk li Gundê Roboskî yê Qilaban a Şirenxê hatibûn qetilkirin, li ser feramana walîtiyê hate astengkirin. Leşkerên Tirk bi wesayîtên TOMA û panzeran dor li goristanê girtin, rê nedan ku malbat bikevin goristanê.
Malbatan jî bal kişandin ku AKP ji lêgerîna edaletê ditirse, nerazîbûn nîşanî astengiyê dan.