AKP'ê mizgeft ji xwe re kir cihê propagandayê
AKP'ê, mizgeftên li Wanê ji bo dengê 'erê' kiriye cihê propagandayê. Li van mizgeftan belavok li gel tê belavkirin û daxwaza dayina dengê 'erê' tê kirin.
AKP'ê, mizgeftên li Wanê ji bo dengê 'erê' kiriye cihê propagandayê. Li van mizgeftan belavok li gel tê belavkirin û daxwaza dayina dengê 'erê' tê kirin.
Li mizgeftan, ku di hilbijartinên beriya niha de meleyên Karê Diyanetê propaganda AKP'ê dikirin, beriya referandûmê jî li Wanê heman tiştî dikin.
Şaredariya Tûşbayê ya AKP'yî, bi paketên bi nivîsa 'erê' li mizgeftan simît û şekir belav kir.
Der barê mijarê de em li rayedarên Miftîtiya Bajarê Wanê geriyan û ji me re gotin, "Ev rewşeke li derveyî me rû da ye û em qebûl nakin. Dibe ku, gava meleyê me weaz dida, ev hatibe kirin."
Balkêş e rayedaran bi rekleksa AKP'iyan xwe parastin û gotin, "Lê belê ne tenê AKP vê dike, HDP'yî, CHP'yî jî vê dikin."