AKP'ê li Wanê bazarên rantê ava kir

Qeyûmên AKP’ê yên Wanê bi navê ‘Bazara Gelîrî’ li herêmê rantê çêdike û esnafên bajarên Tirkiyeyê li herêmê bi cih dike.

Qeyûmên AKP’ê yên Wanê bi navê ‘Bazara Gelîrî’ li herêmê rantê çêdike û esnafên bajarên Tirkiyeyê li herêmê bi cih dike.

Her diçe rewşa aborî ya Tirkiyê nebaş dibe û ji ber zêdebûna kûrên dowîzê jî gelek tişt biha bûn û ev yek bi awayekî tund bandorê li piyaseyê dike. Qeyûmên AKP’ê ku li herêmê dixwaze esnaftiyê bikûje û ji derveyî herêmê esnafan ji Rîze, Trabzon, Stenbol, Artvîn, Enqere, Hatay, Îsekenderûn, Osmanye, Afyon, Mêrsîn, Îsparta, Konya, Karaman û Aksarayî tînin  û li herêmê rantê dikin.

Ji beriya hefteyekê qeyûmê AKP’ê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya kevin ya li ser riya Cûmûryetê hilweşand û li cîhê şaredariyê dibin navê ‘Bazara Gelîrî’ de kon danîn û ji bajar û navçeyên Tirkiyeyê yên weke Rîze, Trabzon, Stenbol, Artvîn, Enqere, Hatay, Îsekenderûn, Osmanye, Afyon, Mêrsîn, Îsparta, Konya, Karaman û Aksarayî esnaf anîn û li vir bi cîh kirin. 

Esnafên Wanê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku AKP li bajarên Kurdistanê rantê çêdike û anîn ziman ku armanca sereke ew e ku dixwazin gel bêçare bihêlin. Esnafê bi navê Alî Yilmaz anî ziman ku li Wanê kirîz kûr dibe û AKP li pey rantê ye. Yilmaz got ku ti karê esnafên Trabzon, Afyon û Hatayê li vir nîne û wiha got: “Ti carê AKP ji bo başiya welat gavek neavêtiyê û herdemê welatiyên li Kurdistanê dijî mexdûr kiriye. Nêzî heftiyeke ev kes hatine vir û şaredariyê ji wan re kon vedane, xwedê dizane ji derveyî firotinê çi dikin. Di van konan de ji derveyî kirîn û firotinê hemû bê axlaqî tê kirin.”