AKP'ê ji bo Kurdan 2 girtîgehên din çêkir!

AKP'ê li Amedê Girtîgehên bi Tîpa T ên Hejmara 1 û 2'an çêkir.

Girtîgeh li qadeke li kêleka Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa D a li ser rêya Erxeniyê hate çêkirin. Tevî Tîpa D, Girtîgeha Ceza ya Vekirî, girtîgehên jin, zarok û ciwanan, Tîpa T û 2 Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind wê 8 girtîgeh li herêmê hebin. Girtîgehên bi Tîpa T ên Hejmarên 1 û 2'an ku hate çêkirin meha Nîsanê ketin meriyetê. Li her yek ji van girtîgehan wê 616 girtî û hikumxwar bên bicihkirin.

400 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê sewqî Girtîgeha bi Tîpa T a Hejmara 1'ê ku nû hatiye çêkirin, hatin kirin. Hate ragihandin ku girtiyên siyasî jî wê bixin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'ê.

Wekî din, înşaeta Girtîgeha Ceza ya Vekirî, Girtîgeha Girtî ya Jinan, Girtîgeha Zarok û Ciwanan li ber qedandinê ye û tê gotin ku wê meha Hezîranê bikevin meriyetê. Înşaeta 2 girtîgehên bi Ewlekariya Bilind jî dewam dike. 

Di dawiya sala 2002'an de dema AKP bû desthilatdar hejmara girtiyan 59 hezar û 429 bû. Di nava 16 salan de bi 4 qatî zêde bû û bû 235 hezar û 888.