AKP'ê derbeke din li çandiniya li Wanê xist

Piştî bajarvaniya neçê ya li Wanê, niha jî qadên çandiniyê, zevî ji bo lêkirina avahiyan tên pêşkêşkirin. Bi biryara DSÎ re derbeke din li sewalkarî û çandiniya li bajêr hate xistin ku li ber qedandinê ye.

Midûriyeta Wanê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) diyar kir ku hin zeviyên li Wanê bê kêr bûne û biryar da ku avdanê li ser bigire. Eşkere bû ku ev biryara DSÎ meha Adarê hatiye dayin. Tê plankirin ku bi vê biryarê re gelek zevî ji bo lêkirina avahiyan bên pêşkêşkirin.

ÇEV-DER: BIRYAR NE YA QEBÛLKIRINÊ YE

Serokê Van Çev-Derê Alî Kalçik diyar kir ku bi birîna avê li ser zeviyan wê qadên çandiniyê hişk bibin û got, "Beriya niha cihokên avê yên li Wanê hatin ziwakirin, şênkahî ji holê hate rakirin. Niha jî DSÎ hemû zevî, cihên çandiniyê, bax û baxçeyan ji bo lêkirina avahiyan pêşkêş dike. Li gorî Qanûna Parastina Zeviyên Çandiniyê, ev yek sûc e. Divê bi ti awayî destûr ji vê re neyê dayin. Qadeke mezin a çandiniyê ji holê tê rakirin. Di nava Hewzeya Wanê de qadeke çandiniyê nemaye. Qenala Şamran a Mein êdî nema av dide. Gola Keşîşê, Çemê Akdamar êdî tenê mîna çemê kanalîzasyonê man. Zeviyan dikin qada rantê. Welê li bajêr dikin ku mirov nema karibin nefesê lê bistînin. Bi bajarvaniyeke neçê Wanê dikin gundekî ji beton. Jiyaneke bê xwezayî ava dikin. Derba dawî li sewalkarî û çandiniyê dixin."