'AKP'ê derb li îradeya gel û têkoşîna dijî koronayê xist'

Karê Tifaqa Kurdistanî desteserkirina şaredariyan şermezar kir û diyar kir, ku AKP'ê derb li îradeya gelê Kurd û têkoşîna dijî vîrûsê xistiye.

Karê Tifaqa Kurdistanî li ser desteserkirina şaredariyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew desteserkirina şaredariyan, tayînkirina qeyûman û destgîrkirina hevşaradaran bi tundî şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de gefa vîrûsa korona hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku bi desteserkirina şaredariyan re derb li îradeya hilbijartî ya gel û têkoşîna dijî vîrûsa korona hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê qebûl nakin, nas nakin! Em bang li welatiyên xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe ya hilbijartî derkeve."