AKP'ê avahiyên dîrokî yên li Sûrê talan kir

"Qedexe' ya li taxên Dabanoglû, Hasirli, Fatîhpaşa, Cemal Yilmaz û Savaş ên navçeya Sûr a Amedê, sal û nîveke dewam dike.

Tenê polîs û wezîfedarên TOKÎ dikarin bikevin nava navçeyê. Ji dîmenên dawî yên li herêma 'qedexekirî' hatine kişandin tê fêhmkirin, ku xanî û qesrên dîrokî bi taybetî hatine xerakirin. Şêniyên taxê, ku li pêş çavên wan malên wan ên dîrokî tên hilweşandin gotin, "Gelek avahiyên berê, tevî ku tişt pê nehatibûn jî di destpêkê de bi dedektorê lêgerîn kirin, piştre hilweşandin."

Xisara ku dewleta Tirk li herêma "qedexekirî" ya li Sûrê kiriye, hê nû eşkere dibe. Li vê herêma ku "qedexe" hê lê dewam dike, avahiyên dîrokî jî di nav de heta niha 2 hezar 780 avahî hatine xerakirin û ji bilî mizgeft, dêr, dibistan û hemaman, zerar li temamiya 250 avahiyên mayî bûye.

Şêniyên taxa Dabanoglûyê ragihandin, ku 2 meh piştî 11'ê Adara 2016'an dema bidawîbûna şerê li Sûrê, ekîbên hilweşînê ketine herêmê, dest bi xerakirina xaniyan kirine û gotin, "Par havînê, dema qedexe li ser hin kolanên Dabanoglû hate rakirin, em vegeriyan malên xwe. Ji ser banê xaniyan me didîtin ku çawa herêmê hildiweşînin. Bi taybetî bi şev makîneyên kar dixebitandin. Avahiyên dîrokî hildibjartin û bi alîkariya projektoran dikolan. Me nedidît bê çi derdixistin. Rojek piştî kolandinê jî makîneyên kar ew xaniyên dîrokî ji binî ve xera dikirin. Vê yekê bi heman dewam kir."

'BI TAYBETÎ MALÊN DÎROKÎ KONTROL KIRIN'

Ji şêniyên Dabangolû Zahît E. diyar kir, 95 ji sedî avahiyên li taxên Sûrê hatine xerakirin. Zahît E. anî ziman, piştî rakirina beşek ji qedexeyê ew vegeriyan malên xwe, lê belê nava taxê hê qedexe ye. Zahît E. got, "Ev saleke li pêş çavên me malên dîrokî tên xerakirin. Di destpêkê de bi taybetî xaniyên dîrokî yên ji keviran hatine lêkirin, kontrol dikirin. Piştre bi dedektorê lêgerîn dikirin. Bi şev jî dest bi makîneyan dest bi kolandinê dikirin. Xaniyên ji kevir ên li derdora mala me xerakirin. Beşek jê hê heye. Xaniyê me bi mala hunermend Bedrî Ayselî ve bû. Mala me xera kirin, piştre li amal wî jî bi dedektorê lêgerîn kirin û dest bi kolandinê kirin. Hûn ji vir jî dikarin bibînin, xanî hê li ser piya ye û aliyên çep û rastê kolandine."

POLÎS Û EKÎBÊN TOKÎ XANIYAN XERA DIKIN

Şêniyên taxa Savaşê ragihandin, ewilî polîs û ekîbên TOKÎ dest bi xerakirina xaniyan kirine û diyar kir, li herêmê tenê 20 avahiyên dîrokî mane û ev jî li ber hilweşandinê ye. Şêniyan gotin, "Di destpêkê de bi şev bi dedektoran li nava xaniyan lêgerînê dikin, piştre dest bi kolandinê dikin. bi taybetî li xaniyên dîrokî, hewş û bîrên wan ên avê dikolin."