AKP dewlemendiya li Kurdistanê talan dike

AKP, dewlemendiya bin erdê ya bajarên Kurdistanê talan dike. Li Kurdistanê ku ji aliyê çavkaniyên bin erdê ve dewlemend e, dewletê karê xwe yê lêgerîna li petrolê zêde kir.

Kurdistan ku di tevahiya dîrokê de bû navenda mirovahiyê ye, ji ber dewlemendiya xwe ya ser û bin erdê, gelek şaristanî afirand. Li gel madenan, çavkaniyên avê, çandinî û sewalkarî li erdnîgariya Kurdistanê timî li pêş bû. Ji ber vê yekê gelê Kurd û gelên li herêmê bêyî neçarî welatên derve bin, jiyana xwe dewam kirin.

MADENÊN JI HERÊMÊ TÊNE DERXISTIN JI ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ RE TÊN ŞANDIN

Kurdistan ji aliyê çavkaniyên bin erdê ve jî gelekî dewlemend e. Temamiya petrola li Tirkiyeyê tê hilberandin, ji Kurdistanê tê derxistin. Li gel dewlemendiya petrolê, Kurdistan ji aliyê madenan ve jî gelekî dewlemend e. Li Kurdistanê rezervên gelekî dewlemend ên hesin, zîv, krom, komir, lînyît û gelek madenên din, hene. Heta niha gelê li herêmê sûd ji van madenên li vir tên derxistin negirtine. Madenên tên derxistin timî li rojavayê Tirkiyeyê tên bikaranîn. Û bêyî parek ji gelê herêmê re bê dayin, ji derveyî welat re tên firotin.

TEMAMIYA PETROLA LI TIRKIYEYÊ TÊ HILBERANDIN LI KURDISTANÊ TÊ DERXISTIN

Temamiya petrola niha li Tirkiyeyê tê hilberandin, li bajarên Kurdistanê yên weke Êlih, Semsûr, Amed, Şirnex-Silopiya, Sêrt, Riha, Mêrdîn-Nisêbînê tên derxistin. Petrola li Kurdistanê tê derxistin bi rêya lûleyan û wesayitan ji bajarên Tirkiyeyê re tên şandin. Petrola Kurdistanê li parzûngehên Îzmîr-Alîaga, Kocaelî-Îpraş, Kirikkale-Orta Anadolû û Hatay-Dort tên bikaranîn. Padîşahê talanker ê Osmanî Abdulhamît beriya bi sed salî li Kurdistanê lêgerîneke berfireh a petrolê dabû kirin û herêmên petrolê diyar kiribû. Piştî ku sed sal di ser mirina Abdulhamît re derbas bû, hikumeta AKP'ê wezîfeya Abdulhamît dewr girtiye.

AKP BÎRÊN NÛ YÊN PETROLÊ VEDIKE

Dewleta Tirk ku sed sal in petrolê li Kurdistanê derdixîne, ji bo dîtin û vekirina bîrên nû, karê xwe zêde kiriye. Hikumeta AKP'ê, salên dawî li sêgoşeya Colemêrg-Wanê dest bi karê lêgerîna li petrolê kiriye. AKP bi taybetî li Colemêrg, Çelê, Şemzînan, Bedlîs û Wanê li cihên ku Abdulhamît diyar kiriye, karê xwe yê lêgerîna li petrolê zêde kir.

Meha Gulanê li navçeya Çelê Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê hate avakirin. Wezîrê berê yê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê hikumeta AKP'ê Bera Albayrak diyar kir ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê sondajeke kûr hatiye kirin û got, herêm hem ji aliyê potansiyela xwe ve hem jî ji aliyê çavkaniyên bin erdê û petrolê, ciheke ku demeke dirêj e nîqaş li ser tê kirin.

'EM DIXWAZIN ÇAVKANIYÊN XWE BI XWE BI KAR BÎNIN'

Gelê Kurdistanê ji karê hikumeta AKP'ê yê lêgerîna li petrolê aciz e. Mirovên ku ji ANF'ê re axivîn diyar kirin ku petrola li herêmê tê derxistin bi salan e ber bi rojavayê Tirkiyeyê ve tê şandin û gelê Kurd nikare sûdê jê bigire. Welatiyan dan xuyakirin ku herêmên rojava dewlemend dibin, lê gelê Kurd jî bêhtir xizan dibe. Welatiyan destnîşan kirin ku dewleta Tirk çavkaniyên li Kurdistanê talan dikin û gotin, "Em naxwazin ku dewleta Tirk çavkaniyên me derxîne. Em dixwazin çavkaniyên xwe bi xwe bi kar bînin."