Ahmet Goksû yê bi êşkenceyê hate binçavkirin hate girtin

Ahmet Goksû, ku li taxa Yahya ya Qereyaziyê di dema serdegirtina mala xwe de bi êşkenceyê hate binçavkirin, hate girtin.

Zêdeyî hezar polîs û leşkerên Tirk, tevî bi dehan wesayitên zirxî, roja 8'ê Îlonê avêtibûn ser taxa Yahya ya navçeya Qereyazi ya Erziromê û Ahmet Goksû (50) tevî bavê wî Mehmet Goksû (77) binçav kiribûn. Piştî girtina li Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Serê Golanê, Ahmet Goksû birin edliyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ew sewqî dadgehê hate kirin.

Di dema binçavkirinê de bi çoyê ji hesin û qontaxa çekê êşkence li Goksû hate kirin. Dadgeha Tirk biryara girtina Goksû da û ew şand Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.