Ahmet Goksu: 4 saetan êşkence li me kirin

Ahmet Goksu yê li Qereyaziyê hat binçavkirin, leşkeran êşkenceyeke mezin li wî kir, ji ber hovîtiya leşkerên Tirk guhê wî yê çepê ker bû. Goksu got ku "4 saetan êşkence li me kirin. Bi qûndaxa çekan û bi hesinan li me dan."

Hêzên artêşa Tirk bi tevlêbûna hezar leşker û polîsan bi ser taxa Yahya ya navçeya Qereyazî ya Erziromê de girtin, di operasyona bi wesayîtên zirxî de êşkence li welatiyan hate kirin. Mehmet Goksu yê 80 salî û kurê wî Ahmet Goksu yê 50 salî piştî êşkenceyeke hovane, li qereqolên cihê di binçavan de ne. Malbata Mehmet Goksu piştî li Qereqola Polîsan a Yenîşehîrê pêre hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku rewşa wî baş e.

Her wiha malbatê da zanîn ku li emniyetê îfadeya Goksu tê stendin

'4 SAETAN ÎŞKENCE KIRIN'

Malbatê piştre li Navenda Polîsan a Golbaşi jî bi Ahmet Goksu re hevdîtin pêk anîn, tiştên Goksu bi malbatê re par ve kir wiha anîn ziman: "Guhê min ê çepê nabihîse. Li malê 3-4 saetan li min dan. Destê min ji pişt ve girêdan, çavê min girtin û 4 saetan êşkence li min kirin. Bi qûndaxên çekan û bi şîşan li min dan. Leşkerên ku li min didan rûyê yekî vekirîbû û yê du leşkeran jî girtî bû. Bi qûndaxa çekê serê min şikandin."

ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ HAT DÎTIN

Malbatê da zanîn ku Goksu birine nexweşxaneyê û ev agahî hat dayîn: "Di rû û serê wî de bi tevahî şopên lêdanê hene. Çavên wî hêj werimîne û şîn bûne. Dîsa di pişta wî de şopên lêdanê û şînbûn heye."