Agirê Newrozê li çiyayên Kurdistanê hate dadan

Agirê berxwedanê li çiyayên Kurdistanê geş dibe. Gerîlayên HPG û YJA Starê li qadên parastina medyayê cejna berxwedanê ya Newrozê pîroz kirin.

Ji Kawayê Hesinkar heta Mazlum û Sarayan roja Newrozê bi berxwedanî tê pîroz kirin. Ji ber vê yekê Newroz; vejîna gelê Kurd e. Şopdarên vê berxwedanê jî gerîlayên Kurdistanê ne. Agirê Newrozê li serê çiyayên Kurdistanê hat dadan û bi şahiyekî roja vejînê hat pîrozkirin.

Gerîlayê HPG’ê Hogir Amed ji bo Newrozê hestên xwe anî ser ziman û wiha got; "Di serî de cejna Newrozê ya Rêber Apo û hemû gelên xwe pîroz dikin. Heval Mazlum li zindana Amedê bû sembola berxwedanê û di roja 21’ê Adarê de bû ronahiyek. Em hemû jî di şopa vê berxwedanê de dimeşin. Li her çar perçeyên Kurdistanê em ê berxwedan û têkoşîna xwe hîn mezintir bikin û dijminê dagirker ji axa xwe derînin. Heta dawî jî em ê bibin şopdarê şehîdên xwe."

'NEWROZ HÊZA YEKBÛYÎ YA GELAN DIAFIRÎNE'

Şahiya gerîlayan bi gerandina govendê û gotina stranan dewam kir. Gerîlayeke YJA Starê Berfîn Efrîn, wek jin li serê çiyayên Kurdistanê pîrozkirina Newrozê nirxand û got; "Wek jin cîhê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girtin û hemû dema wek Newrozê pêşwazî kirin hêzekî mezin ava dike. Cejna Newrozê her tim bi berxwedanî tê pîrozkirin. Em di vê biharê de, roja Newrozê de cardin soza zaferê didin. Em ê bi berxwedanê re bi ser bikevin. Ev sal bibe sala azadiya Rêber APO û ya gelê Kurd. Têkoşîna ku li her çar perçeyê Kurdistanê tê meşandin wê bi xwe re encamên xurt jî biafirîne. Di vê roja bi nirx de bawerî û armancên me ji her demê xurtir e. Têkoşîna yekbûyî re emê vê salê bikin sala serkeftina gelê Kurd."

'BERXWEDANA JINÊN TÊKOŞER RÊYA ME RONÎ DIKE'

Gerîlaya YJA Starê Sarîna Urfa ji bo wateya Newrozê wiha got; "Heval Sema, heval Sara û bi hezaran jinên têkoşer bi berxwedanê re bûn sembol. Em jî wek jin di şopa şehîdên me yên mezin de têdikoşin. Emê di rêya wan de agirê Newrozê hîn geştir bikin û bi têkoşîna azadiyê re tola wan bigrin, gavên hîn xurtir biavêjin. Wek gerîlayên YJA Starê di vê Newrozê de îdda me azadiya Rêber Apo û gelê me ye. Bi agirê Newrozê re berxwedana me hîn xurtî pêş bikeve."