Agirê ku leşkeran li Xozatê pê xistî 4 roj in didome

Şewata ku leşkerên Tirk li bejahiya Xozatê derketibûn operasyonê derxistibû, hê jî didome. Daristana ku 4 roj in dişewite, rayerdar navemirîne, ji ber ku li herêmê operasyon heye rê nadin ku kes bikeve qadê.

Piştî operasyona 9’ê Gulanê ya li devera Amûtka ya navçeya Xozat a Dersimê û şûnde leşkerên Tirk agir berda daristanê. Ji bo şewata ku 4 roj in dewam e, bê vemirandin ti mudaxele nayê kirin.

Li gorî agahiyên ji gundiyên herêmê hatin girtin, ev hate gotin: “Şewat belavî qadeke 5 kehtarî bûye. Ji ber şev sar e şewat kêm dibe, lê bi saetên nîvroyê re ji ber germaniyê şewat belav dibe. Tevî ku agahiya rayedaran heye jî, lê mudaxele nakin. Ji ber herêm qada operasyonê ye rê nadin kes biçe qadê.”