Agir bi kampa penaberan a Şaryayê ket
Li Duhokê agir Kampa Penaberan a Şaryayê ket. 15 kon û 2 wesayît şewitîn.
Li Duhokê agir Kampa Penaberan a Şaryayê ket. 15 kon û 2 wesayît şewitîn.
Li Duhokê ji ber kêşeyeke elektrîkê agir Kampa Penaberan a Şaryayê ket. 15 kon û 2 wesayît şewitîn.
Şêniyê kampê Xelîl Saleh ji Rojnewsê re axivî û got ku “Îro saet di 13.30’an de ji ber elektrîkê agir bi kampê ket. Şêniyên kampê xwestin şewatê bitefînin lê nekarîn. Heta ku tîmên îtfaiyeyê hatin 15 kon û 2 wesayît şewitîn.”
Di şewatê de tiştekî bi kesî nehat û hate diyarkirin ku xisareke zêde ya maddî çêbûye.