Agahiyên li ser çalakiya gerîlayan a li dijî Girê Koordîne

Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li dijî Girê Koordîne yê li Çelê lidar xistin de herî kêm 10 leşker hatine kurşin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, gerîlayên HPG’ê duh li dijî leşkerên li Girê Koordîne yê navçeya Çelê yê Colemêrgê çalakiyek lidar xistibûn. Di vê çalakiyê de konteynir û konê ku gelek leşker li nav bû hate îmhakirin, herî kêm 10 leşker hatin kuştin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gelek leşker jî birîndar bûn.

Çavkaniyên HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de gerîlayekî wan jiyana xwe ji dest daye. Piştî çalakiya gerîlayan û şûn de balafirên şer, hewan û obûsan herêmê hatiye bomberdûmankirin.