Adali: Divê dengê 'NA' bibe ala berxwedanê ya li dijî faşîzmê
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya TŞYG Ûlaş Adali bang li gelên Tirkiyeyê û hemû hêzên demokrasiyê kir, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de ji faşîzma AKP-MHP'ê re bêjin NA.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya TŞYG Ûlaş Adali bang li gelên Tirkiyeyê û hemû hêzên demokrasiyê kir, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de ji faşîzma AKP-MHP'ê re bêjin NA.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), bûyerên li Tirkiyeyê û herêmê diqewimin, ji ANF'ê re nirxand.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya TŞYG Ûlaş Adali işaret bi girîngiya referandûma 16'ê Nîsanê kir û got, "Erdogan dixwaze rejîma xwe ya 'şexsekî' bi referandûmê mayînde bike. Eger dengê 'erê' bi ser bikeve, wê hem li Tirkiyeyê, hem jî li herêmê êrîşîn faşîst ên Erdogan zêdetir bibin."
Adali destnîşan kir, ku eger dengê 'erê' bi ser bikeve, êrîşên Erdogan wê ne tenê li dijî gelê Kurd bin, di heman demê de wê berê êrîşên xwe yên faşîst bide hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê. Adali bal kişand ser girîngiya avakirina eniya hevpar a berxwedanê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û banga dayina dengê 'NA' li gelên Tirkiyeyê kir.
'DI SEDSALA 21'AN DE GELÊ KURD JI NÛ VE DERKETIYE SER DIKA DÎROKÊ'
Di dewama axaftina xwe de Adali ragihand, AKP bi rêya hevkariya bi PDK'ê re dixwaze li herêmê xwedî mafê gotinê be û anî ziman, êrîşa PDK'ê ya 3'ê Adarê li Şengalê kir, tifaqa qirêj a AKP-PDK'ê raxist pêş çavan.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya TŞYG'ê Ûlaş Adali destnîşan kir, gelê Kurd bi şoreşa Rojava re ji nû ve derketiye ser dika dîrokê û diyar kir, şoreşa Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Adali wiha dewam kir: "Encameke din a ku sedsala 21'an afirand, rastiya gelê Kurd e ku ji nû ve derketiye ser dika dîrokê. Ev yek tê wateya jihevketina planên herêmî û emperyalîstan ên li ser herêmê. Pêngaveke hem dîrokî ye, hem jî rojane ye."
Adali da xuyakirin, li erdnîgariyeke ku gel li hemberî hev kirine dijmin, Şoreşa Rojava îspat kir ku alternatîfeke din pêkan e û got, têkoşîna ku gelê Kurd li Rojava dimeşîne, Şoreşa Demokratîk a Gelan a bi vê têkoşînê re derket holê, bû hêviya gelên Rojhilata Navîn.
'AKP DIXWAZE BI RÊYA REFERANDÛMÊ DEWLETA XWE AVA BIKE'
Ûlaş Adali di dewama axaftina xwe de referandûma 16'ê Nîsanê nirxand û ragihand, AKP bi rêya vê referandûmê dixwaze dewleta xwe ava bike. Adali got, "AKP bi avakirina kadro û hêzên xwe yên paramîlîter re hewl dide erkên xwe zêde bike. Ji roja hatiye ser desthilatdariyê û vir ve AKP hewl dide hemû saziyên dewletê bi dest bixe. Ji bo vê jî bi hin hêzan re tifaqê dike."
Adali destnîşan kir, ku AKP êrîşî hemû gelên li derveyî xwe dike û dixwaze hêzên serê xwe li ber natewînin, tasfiye bike.
'YA KU PÊŞÎ LI FAŞÎZMA AKP'Ê DIGIRE, TÊKOŞÎNA TEVGERA AZADIYÊ YA KURD E'
Adali destnîşan kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd, pêşî li êrîşên faşîst ên AKP'ê yên li dijî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê digire û bang li hemû gelên li Tirkiyeyê kir, ku li dijî faşîzma AKP'ê eniya 'NA' ava bikin.
Adali got, "AKP dixwaze polîtîkayên xwe yên faşîst bi reya referandûmê bide rûniştandin. Ti erk nîne ku Erdogan nexistiye destê xwe. Ev yek jî encameke faşîsta AKP'ê ye. Em dikarin bêjin ku AKP jî paralelî mînakên faşîzmên din ên li cîhanê ye. Hilbijartinên 7'ê Hezîranê ev yek nîşan da ku çiqas hilbijartin bê kirin jî, naxwaze desthilatdariyê biterikîne."
Ûlaş Adali anî ziman, Erdogan dixwaze bibe Fuhrer û got, "Li gelemperiya cîhanê, ev erk bi ti desthilatdariyan re nîne. Lewma divê mirov li mînaka Nazî binêrin. Naziyan û Hîtler, ti guhertin di destûra bingehîn de nekirin. Pêvajo hemû bi biryarnameyên di hukmê qanûnî de bi rê ve birin. Em dibînin, ku erka derxistina biryarnameyên di hukmê qanûnan de radestî Erdogan tê kirin."
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya TYŞG'ê Ûlaş Adali diyar kir, ya ku bi awayekî cidî pêşî li faşîzma AKP'ê digire, gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê ye û got, "AKP ji her kesên dibêje 'NA' re dibêje 'terorîst'. Ji ber vê yekê, polîtîkaya herî girîng a divê bê meşandin, avakirina eniya 'NA' li dijî faşîzmê ye."
'MECBÛRIYET E KU HÊZÊN DEMOKRASIYÊ LI HEV BICIVIN'
Adali got, "xurtbûna faşîzmê wê şer jî xurtir bike. Lewma serketina dengê 'erê' wê şer girantir bibe" û destnîşan kir, ku mecbûriyet e êdî hêzên demokrasiyê li hev bibicivin û bi hev re tevbigerin.
Di dawiya axaftina xwe de Ûlaş Adali got, "Eger dengê 'erê' bi ser bikeve, wê êrîşên faşîst ên li dijî hemû gelan û alîgirên demokratsiyê zêde bibin. Em bang li hemû hêzan dikin ku li dijî vê pêla êrîşê li ber xwe bidin, li dijî faşîzmê dengê 'NA' bikin ala berxwedanê."