Ûgûr Kaymaz li Qoserê hate bîranîn -NÛ BÛ

Zarokê Kurd Ûgûr Kaymaz ku beriya 17 salan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi 13 fîşekan di 12 saliya xwe de bi rengekî xwînxar tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Zarokê Kurd Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz 21'ê Mijdara 2004'an li ber mala xwe ji aliyê polîsên Tirk ve hatibûn qetilkirin. Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bi 13 fîşekan hatibû qetilkirin.

Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz li Goristana Taxa Ataturk hatin bîranîn. Endamên rêxistinên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) û malbata Kaymaz tevlî bîranînê bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Mêrdînê Salih Kûday li merasîmê axivî û destnîşan kir ku bi eşkerekirina kiryaran û cezakirina kujeran pêşî li kuştina zarokan dikare bê girtin.