Ûca: Peymana li ser Şengalê fermaneke nû ye

Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca diyar kir ku konsepta Şengalê piştî hewldanên DYE'yê yên ji bo êrîşa li ser Îranê rû dane û got: “Peymana li ser Şengalê fermaneke nû ye û tê xwestin Şengal bê valakirin û ji bo Bexdayê xetek nû bê çêkirin.”

Di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de "Peymana Şengalê" hat îmzekirin. Li ser vê "Peymanê" alozî û nerazîbûn berdewam dikin. Peymana ku ji derveyî vîna civaka Êzidî hat îmzekirin, dibe sedemê nerazîbûnan. Hem alozî û nîqaşên li ser Şengalê hem jî aloziya li deverên Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li dijî hemû geşedan û aloziyên ku krîzan kûr dikin, sazî û dezgeh, partî û şexsiyetên gelê Kurd jî banga yekîtiya neteweyî ya Kurd dikin.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, sedem û encamên peymana Şengalê ji ANF’ê re nirxand.

‘LI HEBERÎ FERMANÊ CÎHAN KER Û KÛR BÛ’

Ûca da zanîn ku di dîrokê de civaka Êzidî tim bi fermanan re rû bi rû mane û bi vê peymanê re derî li fermaneke nû hatiye vekirin. Ûca bibirxîst ku peymana ku piştî fermana 74'an a bi destê DAÎŞ'ê hat kirin, wekî "fermana 75'an" bi nav kir û wiha axivî: “Ji ber ku li ber çavê cîhanê di Tebaxa 2014’an de ferman û komkujiyek li ser civaka Êzidî pêk hat û tevahiya cîhanê tenê lênêrî. Her kes û cîhan li hemberî vê fermanê ker û kûr bû. Ti kesê li pêşiya vê fermanê negirt. Sed hezaran Êzidî li ser axa xwe penaber bûn û 150 hezar Êzidî jî bi kûrîdora ku keç û xortên Kurd ên şoreşger vekirin xwe li sipartin çiyayên Şengalê. Bi rojan Êzidî bê av û nan têkoşîna jiyanê dan. Her wiha bi sedan Êzidî jî ji têhna û birça jiyana xwe ji dest dan. Wê demê ti kes bi hewar û banga Êzidiyan ve neçû. Piştî fermanê li Şengalê jiyanek nû hate avakirin û Êzidiyan xweseriya xwe ragihand û meclîsên xwe avakirin. Bi vê yekê ve hêza xwe ya parastinê avakirin. Jinên ji destê çetayan rizgar bûn cihê xwe dinava yekîneyê YJŞ’ê de girtin û gotin, ‘em ê axa xwe û xwe bi destê xwe biparêzin’ bi vî rengî hêzek û asayîşek xweser ya Şengalê hate avakirin. Bi vî rengî parastina Şengalê hate kirin.”

‘DIXWAZIN ŞENGALÊ VALE BIKIN’

Ûca anî ziman ku YBŞ û YJŞ’ê ji bo parastina Şengalê berdêlên gelek mezin dan û niha jî bi peymana ku ji derveyî vîna civaka Êzidî hat îmzekirin dixwazin Şengalê vale bikin û wiha pêde çû: “Îro bê îradeya gelê Şengalê li ser qedera wan biryar tên girtin û peyman tên îmzakirin. Biryar û peymana hatiye îmzakirin siyasî ye û peymanekî bê îradeya civaka Êzidî ye. Vê peymanê dixwazin li ser Şengalê lîstikên qirêj bilizîn. Konsepta Şengalê piştî hewldanên DYE'yê yên ji bo êrîşa li ser Îranê rû dane. Peymana li ser Şengalê fermaneke nû ye û tê xwestin Şengal bê valakirin û ji bo Bexdayê xetek nû bê çêkirin. Mirov nikare bibêje ev peyman di nava Bexda û Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê de hatiye îmzakirin. Ev peyman di nava Bexda, Emerîka û PDK’ê de hatiye îmzakirin. Eger ev peyman giştî bûya diviya Parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê peyman êrê bikira. Ji derveyî PDK’ê hemû alî û partiyên siyasî li dijî vê peyamanê ne. Lîstikên qirêj û cuda li ser Şengalê tên lîstin û dixwazin Şengalê ji civaka Êzidî vale bikin. Gelek caran ev lîstik li ser Şengalê hatin kirin û civaka Êzidî dest ji axa xwe berneda û ev lîstik vale derxistin. Li dijî van planan weke herdemê timî civaka Êzidî xebatên xwe xort kirine û ji bo qedera xwe têdikoşe. Şengaliyan jiyanek nû avakiriye û bi jiyana nû re civaka Êzidî vegeriyaye li ser axa xwe. Ji rêxistinkirina Êzidiyan ditirsin û ji bo fermanek nû ketine nava hewldanan.”

‘PEYMANA BERDEWAMIYA KOMKUJIYA 2007’Ê YE’

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca destnîşan kir ku di heman demê de ev peyman berdewama komkujiya sala 2007’an ne û wiha dom kir: “Di 14’ê Tebaxê di sala 2007’an de li Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir bi qemyûnek teqemenî komkujî li dijî Êzidiyan pêk hat. Di vê komkujiyê de bi sedan Êzidî hatin qetilkirin. Hîna di wê demê de xwestin Şengalê ji Êzidiyan bidin valekirin. Lê ev di sala 2007’an de pêk nehat. Piştî wê komkujiyê vir de hemû ferdên civaka Êzidiyan xwestin ku ewlehiya Şengalê Êzidî bi xwe bikin û Şengal herêmek xweser be. Li ev tişt pêk nehat ku heta komkujiya di sala 2014’an de jin û xortên Êzidî destê xwe dan hev û hêza parastinê avakirin. Gelo di sala 2014’an de kî li Şengalê bû? Mane pêşmbergeyên PDK’ê hebûn. Berî komkujiya sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê belavûk belav kirin û gotin, ‘em ê roja cejnê werin çayek we vexwin’. Bi rastî jî wê demê êrîş kirin. Berî ku çeteyên DAIŞ’ê werin, pêşmergeyên PDK’ê çekên Êzidiyan kom kirin û çek ji destê wan girtin û piştre ev komkujî bi serê civaka Êzidî pêk hat. Berî çend rojan dîsan Hikûmeta Navendî ya Iraqê xwestin çekên Êzdiyan ji destê wan bigrin. Ev jî nîşaneya komkujiyek dine. Ji bo ku komkujiyek hîn mestir pêk bînin, dîsan dixwazin Êzidiyan bê çek û bê parastin bihêlin. Ji ber vê yekê ev biryarên siyasîne û divê biryarê de welatên Ewropa jî hene û hewldana valekirina Şengalê ye. Her kesê li dijî civaka Êzdiyan şûrê xwe tuj kiriye û berê xwe didin Êzidiyan.”

XETEK NÛ

Ûca anî ziman ku DYA dixwaze xetekî sûnî ji Bexda heta Şengalê bide avakirin û ev tişt got: “Şengal herêmek stratejîk û girîng e. Li aliyek wê Rojava û li aliyê din jî Îran. DYA dixwaze divê xetê de siyasetekî li gorî xwe bide meşandin. Ev qewimîn piştî hewldanên DYA'yê yên ji bo êrîşa li ser Îranê rû dane. Lewma pêdiviya wan bi Şengalê heye. Ji lewra Şengal xwedî pozîsyoneke navendî ye. Lewra carek din dixwazin civaka Êzidî bikin qûrban. Ji dîrokê ve timî ferman hatine li ser civakî Êzidî, lê ti demê me serî netewand û em ê îro jî serî netewînin. Çawan ku li Lozanê di sala 1923’an de li ser mêze Kurdistan kirin çar parçe, niha di sala 2020’an de li pêş cavê Neteweyên Yekbûyî ve dixwazin bi qedera civaka Êzidî bilîzin. Ne peyaman Bexda ne jî Hewler yan jî peymanên li welatên Ewropa li ser Êzidiyan tên îmzekirin encam nagre û ev civak ti carê serî natewîne.”

POLÎTÎKAYÊN DAGIRKIRINÊ

Herî dawî Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca bilêv kir ku Tirkiye li herêmê polîtîkayên dagirkirinê pêk tîne û ew û PDK'ê li dor van polîtîkayan bûne şirîk. Ûca anî ziman ku li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê konsepteke cuda pêk tê û ev tişt got: “Qadên parastinê yên azad tên bombekirin û her roj operasyon tên lidarxistin. Dewleta Tikr tenê ne Mexmûr û Şengalê, her roj hîn bêtir axa Başûrê Kurdistanê dagir dike û leşkeran sewq dike. Li vê derê jî awayê PDK û Tirkiyeyê bi awayekî eşkere xuya dike. Piştî Kazimî serdana Tirkiye kir û şûnde, ‘Erdogan ji wan xwestiy peymana li Şengalê ji bo Mexmûrê jî divê bê îmzakirin. Xelkê me yê Mexmûrê di sala 1990-95’an de ji ber polîtîkayên şer yên Tirkiyê li ser axa xwe koçber bûne. Lê dîsan dixwazin bi polîtîkayên qirêj xelkê me koçber bikin. Bi van polîtîkayan dixwazin Êzdiyan û xelkê me yê Mexmûrê qir bikin. Ne Êzidî ne jî xelkê me yê Mexmûrê li dijî van polîtîkayan serî natewîne. Mafê ti kesê nîne bi qedera gelan bilîze.”