Şukru Serhed û Rûhev Ronahî li Silêman hatin bibîranîn

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şehîd Şukru Serhed û Rûheyv Ronahî li Silêmaniyê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li taxa Çarçira ya Silêmaniyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukrî Serhed) di çilrojiya şahadeta xwe de û Şehîd Rûheyv Ronahî  (Şahwian Armanc) di yekemîn salvegera şahadeta de bi merasîmekê hatin bîranîn. Gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştre peyama Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê  ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Hêlîn Caf ve hate xwendin. Di peyamê de wiha tê gotin: “Heval Şukrî li hemû kêliyên jiyana xwe ya şoreşgerî de, bi helwestek berxwedêr û pîvanên xeta Apoyî bû yek ji têkoşerên heqîqeta jiyana azad, sade, bi cesaret û dilnizmiyê.”

Di merasîmê de peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji aliyê Hejar Berzencî ve hate xwendin û di peyamê de wiha hate gotin: “Em bi rêzdarî heval Şukrî bi bîr tînin. Soz didin ku ew kesên ku êriş kirine li ser û yên ku ev sûc kirine bi awayek herî tund werin cezakirin.”

Herwiha di merasîmê de peyama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) hate pêşkeşkirin û Mela Nadir axivî. Çend helbest hatin xwendin.

Di dawiya merasîmê de pirtûka ‘Şukrî Serhed, Şoreşgerê Apoyî li lûkteyê jiya û têkoşiya’ ku ji aliyê Nivîskar û Rojnameger Hesen Cûdî ve li ser jiyan û têkoşîna Şukrî Serhed hatibû amadekirin hate belavkirin.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê  Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) 17’ê Îlonê serê sibehê saet di 08.30’an li taxa Çarçira  dema ku diçû nexweşxaneyê ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîd bû. Heta niha sûcdar nehatine girtin.

Şehîd Rûheyv  Ronahî (Şahwian Armanc)di 27’ê Cotmeha 2019’an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibû.