Şoreş Kobanê hate veşartin, Rêncber Rêbaz hate bîranîn

Li Herêma Firatê Şehîd Şoreş Kobanê (Ehmed Elî) bi merasîmek girseyî hat veşartin û şehîd Rêncber Rêbaz hate bîranîn.

Bi sedan şênî, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, ji bo veşartina cenazeyê Endamê TEV-DEM’ê Şoreş Kobanê (Ehmed Elî) yê ku dema li ser erka xwe bû li Tirbespiyê Şehîd bû û ji bo bîranîna şehîd Rêncber Rêbaz (Mihemed Osman) yê di 26’ê Îlona sala 2022’yan li Zapê Şehîd bû, kom bûn.

Di merasîma veşartinê de ku bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir, Endama Koordînasyona Kongra Star Mecîde Hesûn axivî. Hesûn destnîşan kir ku, faşîzma dewleta Tirk tinekirina gelê Kurd ji bo xwe kiriye bingeha sereke û got, “Dixwaze gelê Kurd qir bike. Lê divê dewleta Tirk baş zanibe, em ê li dijî her cure polîtîkayên îmhayê li ber xwe bidin û ji bo serkeftinê têbikoşin. 

Piştre Endamê TEV-DEM’ê Bozan Dalî axivî û got ku, bi saya şehîdên azad dara azadiyê hate çandin. Delî wiha axivî, “Di siya dara ku şehîdan çandiye de, em îro bi azadî dijîn. Şehîdên me ji dîrokê heta roja îro ji bo avakirina civakeke azad canê xwe feda kirine. Em ê şopdarê şehîdên xwe bin.”

Piştire wesîqeya herdû şehîdan radestî malbatê hat kirin û şehîd bi tilîlî û dirûşme hate veşartin.