Şimdî yê di serdegirtina malan a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabû veşrtin

Firat Şimdî yê hate ragihandin ji bo di serdegirtina polîsan a ser malê de ya li Artûklûyê nekeve destan dawî li jiyana xwe aniye, hate veşartin.

Di saetên sibê de li taxa Îstasyon a girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsên tîmên taybet avêtin ser malan, Firat Şimdî yê di mal de hate îdîakirin ji bo nekeve destê polîsan dawî li jiyana xwe aniye.

Cenazeyê Şimdî ê piştî karûbarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bidawî bû û şûnde ji aliyê xizmên malbatê ve hate girtin. Cenazeyê Şidmî li goristana Taxa Îstasyonê ya taxê hate veşartin.

Rê nehate dayîn ji derveyî ferdên malbatê kes tevlî merasîma veşartinê bibin. Konê sersaxiyê li mala Şimdî hatiye danîn.

Qeyûmê ji bo şaredariya Mêrdînê hatibû tayînkirin ji bo cenaze wesayîta cenaze nedan malbatê.