Şakir: Ji bo kesên ku dixwazin xebatên me asteng bikin konferans bersiva herî baş e

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir di 2’emîn konferansa Tevgera Azadî ya Kerkûkê de axivî û got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev 27 sal in aboriya civakê didize û dide dagirkerên Kurdistanê.”

Vê sibehê li bajarê Kerkûkê 2’emîn konferansa Tevgera Azadî bi beşdarbûna 150 endam û mêvanan dest pê kir. Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir di konferansê de axivî û got; “Ji bo kesên ku dixwazin xebatên Tevgera Azadî asteng bikin, ev konferans bersiva herî baş e.”

Şîlan Şakir di dewama axaftina xwe de wiha got; “Ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve biryar hate girtin ku hemû ofîs û baregehên aliyên siyasî yên bê bestûr werin girtin. Lê tenê navenda me hate girtin. Heta konsolosxaneya Tirkiyeyê daxuyanî neda me got ev biryarekî siyasî yan yasayî ye û em dikarin nava xwe de çareser bikin. Lê piştî daxuyaniyê eşkere bû ku ev planeke hevbeş e.”

Şakir bi domdarî got; “Hikûmeta herêma Kurdistanê ev 27 sal in aboriya civakê didize û dide dagirkerên Kurdistanê. Di aliyê siyaseta rast û xizmetkirina ji bo gelê Başûrê Kurdistanê tiştek nekirin tenê dibêjin em ê çawa xizmetê ji bo dagirkeran bikin.”

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir herî dawî wiha got; “Rast e biryar ji aliyê alîkarê Serokê Hikûmeta Herêmê Qûbad Talebanî ve hatiye dayîn lê beşek mezin yê berpirsên meclîsa YNK’ê li dijî vê biryarê ne. Hikûmeta herêmê bi girtina ofîsan nikare xebatên me bide sekinandin. Ji ber ku tevger bi fikir û felsefeya azadiyê ye û hişmendiya paqij daye gelê Başûrê Kurdistanê.”